Ma heddê te ye xaltîkê?

Belê, siyasetmedarên me li ser navê Kurdan lotikên kesanedî davêjin û ha ha Kurdan bi Tirkan ve dizeliqînin, Kurdan ji Tirkan re dikin terî û dûvik. Tu dibê qey Tirkan tif devê wan kiriye û morîkên xewê xistine guhên wan.

Wekîla BDP-HDP xaltîka we Perwîn Bûldan dîsa yekîtî û yekparîya dewleta Tirk parazt û kêfa Tirkan li me anî. Perwîn Bûldan a ku mêrê wê Savaş Bûldan ji alî dewletê ve hat kujtin û heta îro jî Perwînka me heyfa mêrê xwe ji dewletê hilnanîye, îro bûye berdevk û parêzera yekîtîya Tirkîyê.

pervin-buldan KopieMa ev ne ecêb e, ne qebhet e, ne rûreşî ye gelo?

Çawa Kurd dev ji doza welatekî, dev ji doza serxwebûna Kurdistanê berdin û xwedî li yekîtî û yekparîya dewleta dagîrker derkevin. Gelo ku Savaş Bûldan îro ji gora xwe rabûya, wê ji Perwîn Bûldan re çi bigota?

Perwîn Bûldan, di nîqaşên meclîsa Tirko de eynen ev gotin got:

„Parçekirina vî welatî (Tirkîyê) ne heddê kesî ye?“

Yanî, kes nikare vî welatî parçe bike, kesê vî welatî parçe bike emê çavên wî/wê derxin.

Ê başe Perwîn xanim, ma heddê te ye tu Kurdan ji Tirkan re bikî kurtan?

Ma heddê te ye tu li ser navê Kurdan parêzerî û berdevkîya Tirko û dewleta Tirko bikî?

Madem tu ewqasî jêhatîyî, ka berê heyfa mêrê xwe Savaş Bûldan hilîne keçko.

Ma yên ku mêrê te kujtin ne Tirk û dewleta Tirko bû?

Axir, dibêjin „hevalê xwe ji min re bêje ezê bêjim tu kîyî“.

Îcar go heval û serokên meriv Tirk û Tirkparêz bin, helbet meriv jî heman pelûlê dixwe wesselam…

Enqere

 

About The Author