Zarokên xwe bişîne xalo can!

Belê, şaredarê bajarê Mêrdînê xalê me Ehmedê mala sînan Axa, lotikek yextîyarkî avêt û dilê xwe jî û dilê me jî bi xwe şewitand.

Xalê we Ehmed Turk di hevpeyvînekê de hêsir barandin û behsa Kobanê û êrîşên DAÎŞ ê kir. Turk got: „Wax dinyayê min di te nîhayê. Ê de bela ez ne kal û yextîyar bûma, weyê bidîta bê minê çi tir ji DAÎŞ ê berdabûna. Lê çi fêde, ez yextîyar im û nikarim herim Kobanê şer bikim. Bi her sê telaqên jinberdanê, heke ez xort bûma û li ser kemla xwe bûma, ezê biçûma Kobanê û di nav refê gelê xwe de minê şerê DAÎŞ ê bikira“ û pê de çû.

ahmet-turk KopieWey weleeeddddd xalê Ehmed!

Wey felekê bêbextê, xayînê û malwêranê!

Te çima li xalê me wa kir, te xortanî lê bela kir û yektîyarî bi ser de bar kir!

Ê başe xalo can, em bêjin tu kal û yektîyar î, lê zarokên te?

Ma zarokên te jî nikarin herin Kobanê û şerê dehşikên DAÎŞ ê bikin?

Yan kezeb şîrîn e?

Çima tu karî kurê xwe bişînî leşkerîya Tirko, lê nikarî bişînî leşkerîya YPG?

Û temamê siyasetmedarên din jî wek te.

Ka zarokek wan çûye şer?

Bela zarokên serok û siyasetmedarên me li metropolên Tirkîyê di malên xwe de bi pisîk û kûçikên pirçikî şad bibin, û bela zarokên me rebenên xwedê jî berê xwe bidin cehnema şer ne wilo!

Na na xalê Ehmed, ev nebû.

Kal û pîrên 70 salî jî li Kobanê şer dikin qurban.

Em nabêjin tu here şer, lê bi kêmanî çend lotikvanên mala Sînan Axa bişîne şer ku em jî bêjin „aferîn“ babam…

Qoser

About The Author