Hûn li ku ne „xendekçî“nooooooo!

Belê, berî bi demekê hikûmeta Kurdistanê li ser sînorên xwe xendek kolabûn û dixwestin rê li ber terorîstên mîna DAÎŞ û quzêkerê bigirin. Êêêêêêê, ji bo xêrnexwazan ev fersendek mezin bû, hema yekser dest bi êrîşê kirin, PDK û Barzanî xayîn êlan kirin û gotin: „Ev xendekên îxanetê ne“ filan û fîstan. Lê piştî ku dehşikên DAÎŞ ê dest bi êrîşan kir, nîyeta wan xêrnexwazan eşkere bû û qûna reş û spî derhet holê.

xendekÛ îro?

Îro hikûmeta Kurdistanê dîsa xendekan li ser sînorê xwe dikole. Hem jî 1050 kîlometro.

Êêêêêê, kanîn ew xendekçîyên me?

Kanîn xwedîyê „xendekên îxanetê“?

Yan piştî go DAÎŞ û dehşikên wê li rojava êrîşî we dikin û li Kobanê cîh li Kurdan teng dikin, we mesela xendekan fêhm kir?

Axir, ez bang li PKK, PYD, BDP, HDP û temamê lotikvanên „enternasyonalîst û antî netew-dewlet“ dikim:

„Hikûmeta Kurdistanê cardin dest bi lotikên xendekan kiriye, xendekan dikole. Ji bo ku qaşo „netew-dewlet“a xwe biparêze, 1050 kîlometro xendekan dikole.

Werin em ji Amedê heta bi Celewle û Kerkûkê, ji Îmralîyê heta bi Mûsil û Bexdadê zincîr û xeleka mirovan çêkin!

Werin em van „xendekên ku Iraqîyan ji hev vediqetînin“ şermezar bikin!

Werin em vî dîwarê Berlînê ji holê rakin!

Werin em ji Enqerê heta bi şaredarîya Amedê konên reş vegirin!

Werin em hawara xwe bigihînin Yekîtîya Milletan, NATO, CÎA, FBI, MÎT û MOSSAD ê ji bo ev Kurdekanên paşverû û îlkel mîllîyetçî Kurdistanek serbixwe ava nekin!

Werin, werin û dîsa werin!

Werin em alîkarîyê ji Malikî, Esed û Rûhanî bixwazin  ku van xendekên îxanetê ji hev tar û mar bikin!

Werin em xwe ji van xendekên îlkel-mîllîyetçî û netew-dewletparêz re bikin sîper!

Û werin, werin em van xendekên îxanetê bi bratî û serokatîya Tirk, Ereb û Farisên qûnreş dagirin!“

Bijî xendek!

Swêd

 

About The Author