Oxlim 20 sal in mîza xwe vedixwe

Belê, li Kurdistanê heta niha tenê kesekî mîza xwe vexwariye. Ew jî Mela Kelek e. Lê xuyaye mîzhez gelek in û ne tenê Mela Kelek e.

cinli

Li Çînê, kesê bi navê Chengdû ev tam 20 sal in mîza xwe vedixwe. Malmîrato ji çay û qehwê zêdetir „qurtînîyê“ ji mîza xwe tîne û zimanê xwe li dora devê xwe dixe.

Mîster Çengdû ê 80 salî, di 60 salîya xwe de dest bi vexwarina mîza xwe kiriye û heta îro jî vedixwe. Li gor Çengdû dibêje, fêda mîzê pir e û mîzê hiştiye ku ew ciwan bimîne.

Werhasilî kelam, me ji mîster Çengdû pirsî:

“ Te tirr ji mîzê berda, tuyê kengî gûyê xwe bixwî cîgerim?“

Çengdû hinekî ponijî û got:

„Law vexwarina mîzê rehet e, lê gûxwarin zehmet e oxlim. Min hê biryara gûxwarinê nedaye, lê ezê li ser bifikirim“ û da lotikan.

Werhasilî kelam, mîzvexwarin hêdî hêdî dibe adet. Îcar maye dora gûxwarinê.

Heke hinek derkevin û gûyê xwe jî bixwin, qet ecêbmayî nemînin. Çawa be dinya bûye berdî berdan..

Hongkong

 

 

About The Author