Belê, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo, Efrîn û Kabanê be, dibêjin Hevseroka PYD xaltîka me Asya Abdûllah li Rimêlanê beşdarî şahîya partîya xwe bûye û çend lotikên kesanedî avêtine Kurdan.
Dîsa li ser bextê ajan û sîxurên CIA, MÎT, MOSSAD û Muxabaratên Sûrîyê be, dibêjin xaltîka me Asya Abdûllah axavtinek qerase û zêdeyî bejna xwe kiriye, lotikek li Kurdên derveyî PYD xistiye û kêfa Erebên qûnreş anîye.
Çi gotiye xaltîka me Asya xanim?
Gotiye: „Me biryara xwe daye, bi vê modêla ku me ava kiriye wê Sûriye û Rojhilata Navîn bê îdarekirin. Partîyên Kurdî ewên ku vê modêla me qebûl nakin û naecibînin, cihê wan li Rojavayê Kurdistanê tuneye, emê bi wan re ne nerm bin, bila derkevin û bicehimin…“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.
Belê, xanima demokrata dîktator Kurdan ji rojavayê Kurdistanê dicehimîne.
Tu dibê qey rojavayê Kurdistanê li ser navê wê û partîya wê tapo kirîye û xanimê wilo bi rehetî berdide Kurdan.
Naxwe hûnê Sûrîyê û Rojhilata Navîn bi modêla kartonan, bi modêla paraztin û demokratîkkirina dewletên dagîrker îdare bikin newilo?
Û Kurdên ku modêla kartonên we neecibînin û doza serxwebûn û netew-dewletbûnê bikin, bila bicehimin û ji rojavayê Kurdistanê derkevin ha?
Wey tiiiirrrrrrrrrrrrrrrrrrrr li bin karton û kartolên te!
Temam, ji xwe Rojhilata Navîn li benda te û kartonên te maye!
Te Kurdistan safî kir, azad kir, ma demokratîkkirina dewletên dagîrker û Rojhilata Navîn!
Ê de bajooo xaltîka Asya bajooooooooooo!
Şabaş ji Şêxê Şemeran re şabaaaaaaş!
Hesekê
Xaltîka me Ehmed tir ji Romîyan berda
Pêşmerge jî wek Bahçelî nikare Kurdan biparêze. Hey yawrûm hey!
Mêzêna me xirek bûye