Demokrata dîktator

Belê, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo, Efrîn û Kabanê be, dibêjin Hevseroka PYD xaltîka me Asya Abdûllah li Rimêlanê beşdarî şahîya partîya xwe bûye û çend lotikên kesanedî avêtine Kurdan.

Dîsa li ser bextê ajan û sîxurên CIA, MÎT, MOSSAD û Muxabaratên Sûrîyê be, dibêjin xaltîka me Asya Abdûllah axavtinek qerase û zêdeyî bejna xwe kiriye, lotikek li Kurdên derveyî PYD xistiye û kêfa Erebên qûnreş anîye.

Çi gotiye xaltîka me Asya xanim?

webasyaabdullahGotiye: „Me biryara xwe daye, bi vê modêla ku me ava kiriye wê Sûriye û Rojhilata Navîn bê îdarekirin. Partîyên Kurdî ewên ku vê modêla me qebûl nakin û naecibînin, cihê wan li Rojavayê Kurdistanê tuneye, emê bi wan re ne nerm bin, bila derkevin û bicehimin…“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Belê, xanima demokrata dîktator Kurdan ji rojavayê Kurdistanê dicehimîne.

Tu dibê qey rojavayê Kurdistanê li ser navê wê û partîya wê tapo kirîye û xanimê wilo bi rehetî berdide Kurdan.

Naxwe hûnê Sûrîyê û Rojhilata Navîn bi modêla kartonan, bi modêla paraztin û demokratîkkirina dewletên dagîrker îdare bikin newilo?

Û Kurdên ku modêla kartonên we neecibînin û doza serxwebûn û netew-dewletbûnê bikin, bila bicehimin û ji rojavayê Kurdistanê derkevin ha?

Wey tiiiirrrrrrrrrrrrrrrrrrrr li bin karton û kartolên te!

Temam, ji xwe Rojhilata Navîn li benda te û kartonên te maye!

Te Kurdistan safî kir, azad kir, ma demokratîkkirina dewletên dagîrker û Rojhilata Navîn!

Ê de bajooo xaltîka Asya bajooooooooooo!

Şabaş ji Şêxê Şemeran re şabaaaaaaş!

Hesekê

 

 

 

About The Author