Qey li Hewlêr û Silêmanîyê zilam nemabûn bavo!

Belê, gellek ji me Kurdan aqiş û evîndarên xelkê ne. Xirrê xelkê û quzê xelkê bi me şîrîntir tên.

Axir, mesela me li ser zewaca xanima germik û nermik Dilniya Qeredaxî bû.

Xanim Dilniya Qeredaxî carekê zewicî bû. Lê piştre wê û mêrê xwe sê telaqên xwe xistin destên hev û hevdu berdan.

konsolosÛ van rojan Dilniya xanimê çi kir?

Bi Konsolosê Misrê re zewicî.

Yanî, bi xiyarekî Ereb re zewicî.

Konsolosê Misrê yê Hewlêrê birêz Silêman Osman jî gotiye: „Exûyî, ez bi serê Mam Celal kim, gellek tiştên me yên hevbeş (Misrî û Kurd) hene. Ez pir kêfxweş im ku bûme zavayê Kurdan allahwekîl“ filan û bêvan.

Belê, bela Silêman Osman efendî kêfa kîrê xwe bi Kurdan re bike, û bela serokê wî SÎSÎ jî bêje „serxwebûna Kurdistanê xincera di pişta Ereban de ye“.

Wey maşelle ji te û ji kêfxweşîya te re lo Silêman beg!

Helbet canim, ma tuyê çima ne kêfxweş bî baba!

Te xanimek germik û nermik wek Dilniya Qeredaxî xistiye bin xwe, çima tuyê ne kêfxweş bî oxlim?

Ê de zewaca we pîroz û bimbarek be rebbî!

Xiyarekî Ereb û afretek Soranekanim!

Wê çi çêlîkên xweşik û melez ji wan çêbibin, peeeekkkkkkk!

Ez serê we neêşînim gelî canekanim, xuyaye li Silêmanî û Hewlêrê zilam û xiyar qeliyabûn.

Yan na, çima wê Dilniya xanim bi xiyarekî Ereb re bizewice ne wilo?

Silêmanî

 

About The Author