Cil û berg ne bes in kaka!

Li ser bextê fitne û fesadên Hewlêrê be, dibêjin îmam û xetîbê mizgeftek bajarê Hewlêrê Mela Muslim Mela Salih, biryar daye ku êdî qet li mizgeft, bazar û li cihên giştî cube, kiras û cilên Erebî li xwe neke. Melayê me gotiye: ‘’Tu peywendîya van cil û cubeyan bi îbadetê ve nîne û tenê teqlîda kesên din e. Tobe, li dê û bavê min heram be ku ez êdî cube û kirasê Erebên qûnreş li xwe kim’‘ filan û bêvan.

mela cilWey ev biryara te li ser xêrê be ya Mela Muslim, xwedê xêra te qebûl bike rebbî!

Lê lixwenekirina cube û kirasê Erebên qûnreş têr nake ya mela.

Divê hûn zimanê wan jî ji devê xwe bavêjin der.

Divê hûn xwe ji her tiştên ku bêhna Ereban jê tê bişon.

Divê hûn li avdestxaneyên Ereban jî nemîzin û nerîn.

Ma hema bi cube û kirasan e xwedê jê razî!

Zaxo

About The Author