Rexne, careke din rexne

jan dostDi civakên ku fikr û mejî pêşengiya wan dikin de, mafê her kesî heye ku bîr û baweriyên xwe bi dengekî bilind bibêje û raya xwe derbarê her tiştî de bide, rexneyan li her kesî û di her warî de bike. Rexne mafekî xwezayî ye, ti kes ji wan “xwedayên biçûk“ yên xwedî qamçî nikarin devê mirovekî gem bikin û wî weke hespekî serkeş di tariya axurekî de bitewilînin.

Mentiq û zihniyeta qedexekirina azadiya bîr û baweriyê, ya ku rewşenbîrên cihanê di pêvajoya dîrokê de li himber rawestiyane û heta hinekan giyanên xwe jî gorî kirine, siya xwe ya reş û giran diavêje ser civaka me û bûye mentiqê me. Eger dengê yekî ji derveyî refê bilind dibe, di cih de pênûs rola xençeran dilîzin û dadgeh ji nivîskaran re vedibin û sûcdar dibin.

Rexne bi xwe cihaneke berfireh e û gorepaneke hespên lawaz jî, yên rewan jî tê de didin cirîdê, ew ne qada hesp û siwarên filan mîrî yan bêvan sultanî bi tenê ye. Zihniyeta qedexekirinê ku derbasî civaka me û rêxistinên me û mejiyê rewşenbîrên me bûye, wê di pêşerojê de bibe bingeha sazkirina civakeke nexweş ku tenê yekreng û yekdengî ye. Di nêrîna min de milletê Kurd yê ku bi sedê salan di bin destan de maye û zordarî û zehmetî kişandiye, bi xwe jî ew kirasê zordaran li xwe kiriye, û bi şiv û qamçiyê dixwaze li nav çavên her kesê ku dengê xwe bilind dike bide.

Ez li vir dixwazim mînakeke biçûk li ser pêwistiya rexneyê bînim:

Di serdema Komara Mehabadê de, yekî zengîn hate kuştin, navê wî Xefûr Mehmûdyan bû. Her çendî di jêderan de dibêjin ku kuştina wî ne bi dilê Qazî Mihemed bû, lê kuştina wî gunehkariyeke mezin bû, diviyabû wiha bi hêsanî derbas nebûya, ne xasim yên kujer xuya bûn û serokê komarê mirovekî qazî bû, ango dadmend bû û dizanîbû heq û neheq çî ye, yekî ji rewşenbîran dengê xwe bilind nekir û ne got ev kes çima bêyî mehkemekirin hate kuştin? Kesî nepirsî ma ka gunehê wî çi bû ?

Eger wiha bûbaya û bi dehan gotarên rexneyî di jiyana komarê de û piştî têkçûnê de li ser vê bûyerê bihatina nivîsandin, wê êdî kuştina dijberan ji hêla rêxistinên me yên hişkbîr (tundrew) ne ewqasî hêsan bûya.

Ez dibêjim ku hîç ferq tine, çi rêxistinekê yek ji dijberên xwe kuşt, û çi devê nivîskarekî hate gemkirin, herdu yek in û herdu jî tinekirina “yê din“ e. Kuştin û vemirandin û qedexekirina bawerî û nêrînên ciyawaz, kuştina mirov bi xwe ye. Ma mirov, ji bilî rûhiyet û bîr û baweriyên xwe, çi ji giyandarekî din ferq dike!!

Pirr cihê dax û jankêşiyê ye ku heta niha kes in hene ku ji rexneyê re dibêjin xayintî, tehmûla fikreke din ku ne mîna ya wan e nakin. Mixabin ku ne di warê wêjeyê de, ne jî di warê polîtikayê de, ne jî di nava civakê de perwerdeyehiyeke rexneyî heye.

 Rûdaw

About The Author