Dem Diherike, Bi Demê Re Divê Însan Jî Biherikin…

faruqDi xortaniya xwe de ku hîna av di gunikê min de danewerivîbû, têra xwe serhişk, têra xwe Apoîst bûm. Çi nivîs, çi pirtûkên Apo diketin destê min, wek ayetên mizhefa reş min dixwend û lê diçûm. Roja ku bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonê dibû, wê şevê min nedihişt Şeytan jî bi min bikene. Tenê li wî û li mijarên ku li ser dipeyivî konsantre-germ-hûr dibûm…
Em sibehekê bi xwe hisiyan ku camêrekî di der heqê wî de „berhemek“e wek zirecêbekê ku ji du cîldan pêk dihat û her cîldek nêzî pênsed rûpelî ye, nivîsiye û çap bûye. Her du li ser hev dike hezar rûpel û ne şaş bim, min ew „berhem“ du caran li ser hev xitim kir.
Mejî li min bûbû çeqilmast û şorbenîsk. Wê demê ji hêla ol û baweriyê jî ne wek nuha beradayî bûm. Her çend min nimêj nedikir, rojî nedigirt jî, tirsa min ji Midûr (Xweda) hebû. Dibêjim tirs, lewra mezinên me tenê tirs dikirin dilê me, ne hez û eşq.

Dema li gorî mezinên xwe me gaveke şaş, çewt diavêt, em ne li şaşî û çewtiya xwe, em li Midûr difikirîn. Me digo bi şeref, çû ji me de, jixwe ne dixwe, ne vedixwe, ne rûdine, ne radikeve, bîst û çar saetan mîna sîxwirên dewleta kûr, lênûs û pênûsa wî di dest de ye û her dinivîse, her tomar dike…
Mijar belawela bû, nema zanim ez ê ku bi ku ve bizeliqînim û bidirûm.
De tişt nabe.
Bajooo!
Wê demê min Apo û Muhamed dikirin mêzînekê û bi destê Midûr ew didan wezinandin, lê ez jî li ber disekinîm. Ne ku min ji edaleta Midûr bawer nedikir haa. Naa, ya min tenê ji meraqê bû. Bawer bikin, Apo ji Muhamed girantir derdiket û jixwe ji bo gelek kesan wiha bû û heke nuha ji wê demê girantir nebûbe, siviktir nebûye.
Axir, em vê meseleyê rahijinê deynin aliyekî û em werin ser meseleya xwe…
Ez  turîzmvanek bûm û di hoteleke pênc stêrk de dixebitîm. Him dixebitîm û him jî min dixwend û bi fitbolê dilîst.
Erê kuro, ji wê demê de, jîr û zîrek û jêhatî me. Lê wek nêriyê hulorî jî, agir ji nav şeqên min difûriya haa. Lê ez ê zêde nedim nav mijarên şehwetîk û erotîk û germotîk û romantîk…
Haydêêê! Dîsa fitêz teqiya.

Nema zanim li ku dixim û li ku re derdixim. De ya bi xêr. Me xwe li derekê qewimand, ilhez em ê di derekê re jî derkevin.
Min qala wê „berhem“ê dikir. Erê, rojekê hevaleke me yî tirk ku nuha qet bi tirkan re hevaltiyê nakim û hevaleke/î min î tirk jî tune, wê pîrozbahiya rojbûyîna xwe çêbikira û êvarî li kafe-bareke Beyoxluyê em ê biciviya. Ez û hevalekî xwe ketin nav mitalan û kûr û dûr çûn, „gelo em çi diyariyê jê re bikirin?“ Min û wî hevalê xwe ku baweriya we ji Midûr hebe, kîrê xwe û masî ji hev nas nedikir, jixwe nuha jî heman kes û kesayet e û hîn jî nêrîn ew nêrîn e û tenê derd û xema wî çêrandinê kirê wî ye, li ser wê „berhem“ê me li hev kir.
Êvarî wek her kesî me jî diyariya xwe pêça, xist kîsikekî seksî û me berê xwe da şahîgehê.

Wê êvarê heta dereng, me xwar, vexwar û da lotikan. Piştî şahiyê, kî bi kê re çû ku, ew we eleqedar nake jixwe…
Bû sibe, li hotelê ez û wê hevalê li hev rast hatin. Li min nêrî û bişirî. Min go, canê bi çavên tinazkar û qerfok li min nenêre û di vê babetê de hîç şîrove neke. Tenê rica min ji te ew e ku bixwîne û dû re were em ê li ser vê babetê nîqaşê bikin. Go baş e û em ji hev veqetiyan, ew bi karê xwe, ez jî bi karê xwe daketim.
Ev heval jî li Almanyayê çêbûbû û ciwaniya wê li sikak û kolanên Ewrûpayê bihurîbû, lewma jî asofireh û ne serhişk bû mîna tirkên vir.
Axir mehek derbas bû nebû, min dît rojekê hevalê bar giranê li min dinêre û dikene. Hêdî hêdî ber bi wê ve meşiyam û çûm nig wê.

Min go, xêr e? Ev kenê te ne ji xêrê re ye lê.
Go, min ew pirtûk xwendin û bişirî…
Min go, êê?
Go, çi ê! We ew kiriye pêxember malnexerab! Ma ewqas jî dibe?
Ez keniyam, min go bi wî serê te yî delalî, ew tiştên ku ji bo wî di wê berhemê de hatine nivîsandin, hindik in.
Wê lêva xwe xwar kir dest bi karê ber xwe kir, min jî paşiyê qûna xwe dayê û ji wir dûr ketim…

Û wî camêrê ku ev zirecêb nivîsîbû, piştî ku ji girtîgehê derket, bêhn û berata wî hew hat bihîstin. Nizanim belkî jî nivîsandina wê „berhem“ê ew gêj û sewsî kiribe û nuha li xwe digere, nizanim…

Erê, ew jî demek bû. Wek mirov xewnekê bibîne. Wek mirov rakeve û şiyar bibe…
Xweda Xwedayan diafirîne, dû re ew Xweda ji Xweda mezintir dibin.
Û hew!

About The Author