Serokkomarê kê?

selahattin celik Ma êdî dewleta Iraqê heye? Navê wê bi kuştin, rûxandin, gemarî û gendeliyê bûye yek. Pasaportên wê li ti derê naborin. Bêhna Iraqê ji kê tê, însan ji wan direvin. Heya ji ber ku tîpên erebî wê diyardeyê tîne bira wan, mirov nikare rojnameyên bi wan tîpan nîşanî însanan bide.

Ma di kirdariyê de Iraq êdî ne sê dewlet e? Ma bi civakî û netewî; vîn, hêz û baweriyeke hevpar maye? Dev ji ya navxweyî berdin, di qada herêmî û navneteweyî de plan û hewldaneke bihevre-dewlet-avakirinê ma heye? Çima seyra fîlmê berê? Di cihê hewldana beredayî de, bi rûmet veşartina term ma ne çêtir e?

Bila be, em bêjin ku em dûçarê Iraqê ne, ma êdî ne diyar e ku bi statûkoya heyî hew dimeşe. Divê bi polîtîkî, aborî û bi dezgehî, her tişt ji binî ve bê guhertin. Ji kêmayî ve konfederalîzma sêdewletî divê di serê rojevê de be.

Çi pêdiviya me bi serokomariyê heye?

Ka em di amadekariya îlankirina dewletê de bûn? Ka wê xewna me ya hezar salan derketa? Ma hemû şert û merc ne li aliyê Kurdan bûn? Ma hemû tişt ne li benda hinek ziraviya me bû? Ma her gava ku me nêzî Bexdayê dike, me naxe dudiliyê û me ji azadiya rast û serxwebûnê dûr nake? Dev ji serokomariyê berdin, ma hemû wezîr ji me bin jî, parastina dewleta Iraqê nayê berdewamiya koletiyê? Ma ala Iraqê ne sembola nîjadkujiya kurdan e? Çima em bi destê xwe, xwe dikin bindest? Ma Bexda ne nokerê Tehranê ye? Ma serpêhatiyên ji 2003yê ve têrê nakin?

Dewletbûn çi ye? Ew al e, serdestiya zimanê netewî ye, bi navê xwe li welatên din nûnertiyên polîtîk e, bi nasnameya xwe di pêşbirk û mihrîcanên navneteweyî yên çand û sporê û yên din de cihgirtin e, xwedîbûna pasaportên netewî ye, xweşakirin e, dilşadî ye, serfirazî ye. Çima em vî mafê rewa di sehnika zerînî de pêşkêşî Bexdayê dikin?

Di çapemeniya Kurdan de serokkomariya Fûad Mehsûm tenê weke nûçeyeke ji rêzê cih girt. Diyar e ku hemû jî ji rûdanê şaş û metel mane, wek min. Ev çi serokkomarî ye ku di çapemeniya dinyayê de jî cih nedigirt.

Çi bû? Kê xewna me herimand? Kê Celal Talebaniyê ku qet baş nedibû, di çend rojan de bi awayekî behîtî rakir ser piyan, berê wî da Silêmaniyê? Ji her axayê (êdî olîgarş) YNKê dengek derdiket. Kê dengên wan birrî? Îranê? Gelo Tehranê bi gef, gelacitî û pêşkêşiya dewlemendiyê ya xwe bi ser xistibû? Dibe ku birînên nakokiyên navxweyî yên herêmî hêj necebirîne. Gelo em hê jî hewceyî rêvebirî û dehfdana “birayên mezin” in? Bûyer hişyariya Elî Qazî tîne bira min: “Wezîrê amerîkî (Madeleine Allbright) bi kotekî destê Celal Talebanî û Mesûd Barzanî tîne cem hev.” (Peymana Washington, 17.09.1998). Gelo ew roj êdî li paş mane?

Wê Fûad Mehsûm çi bike?

Gotinên min derveyî kesayeta birêz Mehsûm ne, jixwe di wê bareyê de mafê min tine ye ku yek gotinê jî bikim. Şelaf û noker ji zû ve ketine rêza destmaçkirin û mizdanê. Dibe ew ji bûyerê kêfxweş bin, lê ez jê direhilim.Ka dengdayîna gelî ya dewletbûnê? Em bêjin me referendûm kir û bi hejmareke gellekî serdest jê “erê” derket. Hingê wê berteka serokkomar çi be?

Ka bi Malikî re qet çênedibû? Piştî serokkomariyê, destnîşankirina serokwezîr, herwiha avakirina hikûmetê heye. Rê ji Malikî re vekirî ye. Biryara yekemîn ya hikûmetê wê êrişa li himberî raperiya Sunniyan be. Hinek ji bo vê dil tavêjin, lê çima em Kurd bibin alîgirê şerê Şiî û Sunniyên Ereb (yê Îran û Siûdiyê)? Ya rast ev e: Bila hevûdin bixwin.

Wekî serokdewlet yê hemû welatiyan e, wê yê DAIŞiyan be jî. Wê çawa bandor li wan bike? Wê Kurdan berde wan? Hingê emê nebin navgîna Tehranê? Xwedê me ji plangeriyên Îranê biparêze. Tevî her tiştî, çima hêviya ji mirovên ser 70 salî û nîvmirî? Erê, ew bi rênasiya xwe rêzdariyê bi zêdeyî heq dikin. Em hewceyî şîret û serpêhatiyên wan in. Lê mafê me tine ye ku em wan hewqasî biwestînin. Ew bêhtirî vehesîn, aramî û teqawidiyê heq dikin.

Ma nifşên me yên nû û têgihiştî tine ne? Bi serfirazî dibêjim, bi zêdeyî hene. Ew ji destûrmendiyên herêmî dûr in, bi ramana yek welatî, bi ya Kurdistanê tijî ne. Divê em berê wan vekin.

Ez dubare dikim: Dewletbûna Kurdan, tevî astengiyên mezin jî, rasterast tenê bi jidil lihevhatina PDKê û YNKê ve girêdayî ye. Divê axayên herdu partiyan baş fêm bikin, em tê de xwedî çiqas destûrmendiyan bin jî, dewleta Iraqê ne ya me ye.

Bendewariyên hêvîdar li aliyekî, erkekî awarte heye: Em ji Kurdistanê û Kurdbûnê çi fêm dikin? Wisa dixuye ku partiyên navborî bi fêmkirineke cuda li wan têgehên pîroz dinêrin. Çi heyf! Dibe ji bêhişiyê keysa zerînî ji dest bireve.

Hêviya min ev e ku partiyên me bi hişmendî û feraseta xwe ya kurdperwer tirsên min pûç derînin.

Rûdaw

About The Author