Dehola YNKê teqiye li dehola xelkê dixe

Nakokiyên navbera baskên nava Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ewqas kûr bûne, serokatiya wê partiyê nikare li ser tu pirsan li hev bike û biryareke yekgirtî bide yan jî li ser bûyerên li başûrê Kurdistanê, parçeyên din yên Kurdistanê û bûyerên li deverê diqewimin helweta xwe bi zelalî diyar bike. Di vê rewşa şer de jî ku, pêşmergeyê Kurdistanê şerê terorîstan dike, ragenadina YNKê jî ketiye ber şûrê baskên nava wê partiyê û ji bona nakokiyên xwe veşêr in, behsa tiştên xerîb dikin.

Em werin behsa çen bûyer û wêstgehan bikin ku, ji ber tevlîheviya nav seroaktiya YNKê û hebûna baskên cuda di nav wê partiyê de çend ziyan û zirar gihaniye pirsa kurd bi taybetî li başûrê Kurdistanê.

nasrat1_400296175

Li 21ê îlona sala 2013ê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hatin encam dan û YNK weke partiya sêyem, piştî PDK û Goran, deng bidest xistin. Vê yekê tesîreke gelek kûr li pisîkolojiya serokatiya wê partiyê kir û nikarî qebûl bike. Çend meh bi ser hilbijartinan re derbas bûn heta hişên YNKê hatin serî û neçar bû qebûl bike û ew partiya sêyemîn û Goran partiya duyemîn e. Ev ji aliyekî, ji aliyek din YNKê qebûl nekir wezîrên wê di hikûmeta Kurdistanê de ji yên Goran kêmtir bin, ji xwe li gor encamên hilbijartinan û li gor yasa û qanûnên başûrê Kurdistanê divê wezîrên Goran di hikûmetê de ji yên YNKê zêdetir bin. Ji bona ku, hikûmet bê avakirin PDKê wezaretek ji pişka xwe da YNKê û wezareta navxwe jî bi YNKê re parve kir her du sala bo KDP û du sal bo YNKê. Bi vî awayî YNK razî bû beşdariyê di hikûmetê de bike. Lê carek din nakokiyên nava YNKê wisa kir ku, çend mehên din jî pêkanîna hikûmetê texît be, YNK nikarî cîgirê serokwezîr destnîşan bike û her grûpeke nav YNKê dixwest cîgirê serokwezîr ji wê be, talî serokatiya YNKê li ser wê yekê li hev kir ku, kurê Celal Talebanî, Qubad Talebanî bibe cîgirê serokwezîr û kurê Kosret Resûl bibe wezîr. Ango li ser YNKê  nêzîkî 9 mehan pêkanîna hikûmeta Kurdistanê texîr bû.

Di pirsa destnîşsnkirinsa kandîdê serokomarê Îraqê jî de, serokatiya YNKê nikarî li hev bike û yek kes bo wê postê diyar bike. Polîtbûroya YNKê du kes (Berhem Salih ser bi baskê Kosret Resûl û Fuad Mesûm ser bi baskê Hêro Îbrahîm Ehmed) kandîd kirin. Necmedîn Kerîm endamê polîtbûroya YNKê xwe ji derveyî biryara partiya xwe xwe kadîd kir. Vê biryara YNKê alî û parityên siyasiyên başûrê Kurdistanê xisitn di rewşek wisa de ku, li hev bicivin û daxwaz ji YNKê bikin ku, bi tenê yek kandîd dest nîşan bikin daku, bikare li parlamentoya Îraqê dengên pêwîst bi dest bixe. Mela Bextiyar di preskonferensekê de got. ”Me nikarî li hev bikin û yek kandîd destnîşan bikin.” ji bona ku, kandîdê kurdan bo serokomariya Îraqê bikare li parlamnetoya Îraqê dengên pêwîst bidest bixe, şeva berî roja dengdanê parlamenetên kurd li Bexdayê cviyan û wan di navbera Berhem Salih û Fuad Mesûm de, Fuad Mesûm weke kandîdê kurd hilbijart û ew bo serokomarê Îraqê. Çima Fuad Mesûm ne Berhem Salih? Eger Berhem Salih hatiba hilbijartin, Necmedîn Kerîm xwe paşde nedikişand, ji ber ku, wî li dijî Behem Salih xwe kandîd kiribû û ew jî ji grûpa Hêro Îbrahîm e, û carek din wê pirsgirêk derketa û ew posta giring ji destê kurdan çûba. Qubad Talebanî bi telefonê ji parlemanteran re gotibû deng bi Fuad Mesşm bidin û wisa çêbû.

Ev çend rojin pirsa danana walîy silêmaniyê jî di navbera YNK û Goran de piroblem derketiye holê. Di hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê di 30ê nîsana 2014ê de, li wîlayeta Silêmaiyê Goranê dengên zêdetir ji YNKê wergirtin û li gor qanûna hilbijartinan divê walîyê Silêmaniyê ji bo Goran be. Lê YNK qebûla nake û pirsgirêkan derdixe pêş. Ji bona lihevhatin çê be pirosesa danana walî nexetime, aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê pêşniyar kir ku, du sal wamlî ji Goran be û du salên din jî ji YNKê be. YNK vê pêşniyarê bi şertê ku, du salên yekem ji bê wê be webûl dike. Goran jî dibêje na, me piraniya dengan anîne û divê du salên yekem ji bo Goran be. Dema qanûnî û destûrî bi ser çûye û hêşta waliyê Silêmaniyê nehatiye diyar kirin. Lê waliyê Duhok û Hewlêrê li gor dema qanûnî hatine diyar kirin û niha ew îdareya wîlayetên xwe dikin. Tirs ketiye nava hevwelatiyên wîlayeta Silêmaiyê ku, YNK bi şer posta walî ji Goran bistîne

Kongireya YNKê viyabû destpêka îsal bihataye sazkirin lê ji ber nakokiyên nava rêxistinên YNKê û nakokiyên nava polîtbûroya wê partiyê eve çenda car dema kongreya YNKê hat paş xistin û heta nuha nediyar dê kengî bê saz kirin. Li ser vê pirsê Berhem Salih cîgirê duyem yê Celal Talebanî, îstîfa ji posta xwe kir û got ku, heta kongre neyê sazkirin ew çi posta û berprisiyariyan nav YNKê wernagire.

Gelek xalên din hene, lê ez naxwazim dirêj bikim. Mexseda min ji diyarkirina van xalên li jor eve ku, wan nakomiyên nava serokatiya YNKê tesîr li ser kenalên ragehandina wê partiyê jî kiriye û her saziyek û kanlekê mediyaya YNKê li têlekê dixe û awazeke cuda dibêje.

Ev heftiyek  başûrê Kurdistanê ketiye di nav şerekî li dijî terorîstên DAÎŞê de û hemû Kurdistan û kanalên mediyayê pê ve mijûlin, bi tenê mediya YNKê nebe, eger hin caran jî ew di nûçeyên xwe de behisa şer bikin jî, ew zîdetir li ser PKK û YPGê nûçeyan diweşînin û wisa diyar dikin ku, li başûr tiştek naqewime. Bi vê yekê mediya YNKê dixwaze li dehola xelkê bide ji ber ku, hindî ewqas di nava wê partiyê de pirsgirêk hene deng ji dehola wê nayê.

nasrat.haci@gmail.com

About The Author