• Mo. Nov 29th, 2021

Lekeya li eniya Hêzên Pêşmerge

VonLotikxane

Aug 16, 2014

peseng_sefikPêşmerge; Nîşana mêrxasî, fedekarî, fedayîtî, berxwedan û tekoşînê ye. Pêşmerge; Îrade û biryardariya li welêt xwedîderketinê ye. Pêşmerge; Tirsnezan e. Pêşmerge; Her li pêş e. Pêşmerge; Lehengî ye. Miletê kurd û dinyayê Pêşmerge bi van taybetmendî û xusûsiyetan nas kir. Dujminên miletê kurd jî qebûl û nas kir ku Pêşmerge; ê dimre, lê gavek paş ve naçe, ê roja çek hildaye miriye, lê bizot û pot e, rihistînê zalim û sitemkara ye. Jiber van xusûsiyetên bi hizaran berxwedan û çalakiyan hatine piştrastkirin, Pêşmerge efsane ye.

Ne tenê dîroka me, herwisa dîroka mirovahiyê şahidê lehengî, mêrxasî û lê yê têkçûna ye. Hê ji serdema Antîk,ji dema Ilias û Odeyssee dîrok ne tenê behsa serkeftin û serkeftiyan dikin. Dîrok şahidê ên ku di şerekî de têkçûne û li erdê mane, ên ku têkçûne û careka dinê rabûne ser piya, ye jî. Dîroka şer ji ‘’ Ez hatim, min dît û ez biser ketim! ’’, pêk nehatiye.

Milet û welatên hebûna wan di bin xeterê de ne, milet û welatên her şer ji wan re pirsa hebûn û nebûnê ye, nikarin têkçûneke di şer de qebûl bikin. Ji wan welatan yek Îsraîl e, û ji sebeb hemû refleks, disîplîn û stratejî li ser hebûn û paraztina hebûna xwe ava kiriye, di tu şerî de têk neçûye û heta niha zeafiyeteke eskerî ku di hişê mirov de mabe, nîşannedaye.

pesmergeHelbet wê dîrok ji roja Pêşmerge bûye Pêşmerge, behsa lehengî û pêhlewaniya wan û lê behsa Şingalê jî bike. Îro piştî 10-12 rojan, piştî zelaliya gelek faktan, em dikarin li vê keraseta herî mezin ya piştî Enfal û Halebçeyê û belkî ji sebeb xusûsiyetên Şingalê, ya ji wan jî mezintir, bizîvirin.

Di eslê xwe de her tişt bi dagirkirina Mûsilê ya ji aliyê DAÎŞê dest pê kiribû. DAÎŞ di 10ê Hezîranê de di şevekê de û bêyî ku ordiya Îraqê diber xwe bide, Mûsil xistibû destê xwe. Ji aliyê birêveberiya siyasî ya Başûrê Kurdistanê, refleksên pêşî yên vê bûyera bû sebebê pêvajoyeke nû, bilez, qenc û di cîh de bûn. Bilez bidestxistina Kerkûkê, Xaneqîn û deverên li dervayî tertoriyuma Herêma Kurdistanê, weke diyardeyên haziriyeke bi disîplîn û stratejîk, dihatin qebûlkirin. Lê keraseta Şingale zeafiyetên birêvebriya Başûr û hêzên Pêşmerge berbiçav kirin.

Rast e ku desthilatiya Nurî El Malikî bi her awayî astengî derdixistin pêşiya Hêrêma Kurdistanê. Him Bexda him jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rê nedidan ku Hêzên Pêşmerge li gorî demê û pêwistiya paraztina Kurdistanê werin techîz û biçekkirin. Rast e ku çekên pêwist li Sûka Şewitî nayên peydakirin. Lê ne mumkin e ku qebahata li Şingalê rû da bi vê sebebê bê îzahkirin. Em tev dizanin ku Hêzên Pêşmerge di şert û mercên gelek xirabtir û bi çekên hîn siviktir li hemberî ordiya Iraqê ya ji aliyê sîleh ve DAÎŞê bi hêztir, şer kiriye û tu carî bêyî şer bike ji çeperên şer, ji qada şer nereviyaye. Di tradisyona Pêşmerge de, xwe paşve kişandina taktîkî heye, lê rev nîne. Ez dizanim evên revî, ji selikekê çend hejîrên xirabe ne, lê ev hejîrên xirabe dikarin temamê selikê xira bikin.

Bêguman sebebên bûyera Şingalê hene û ev sebeb bi guhertinên sosyal, civakî, siyasî û sîstemî ve girêdayî ne. Bi taybet piştî 2003ê û îlankirina Federasyonê, Kurd li welatên xwe bûn desthilatdar. Civaka bi salan di nava xizaniyê de bû ji nişka ve dewlemend bû. Bazirganî, îhale, hatina petrolê, gendelî, li Başûr bi hizaran milyonerê Dolarê derxsitin holê. Bifikirin bi dehan, bi sedan milyonerên 20-25 salî derketine li Kurdistanê. Û divê bê destnîşankirin ku guhertinên li Başûr ne di mercayeke xwezayî de pêk hatin. Guhertinên li her welatî di nava 15-20 salan de pêk tên li Başûr di nava 5-6 salan pêk hatin. Van guhertina çîneke konformîst û burokratîk û nifşekî bêpersiyar, mûsrîf û hay ji dîroka xwe nîne afirand.

Helbet dê van guhertinan, weke hemû beşên civakê Hêzên Pêşmerge jî bida ber xwe. Hêzên Pêşmerge piştî 2003ê êdî ne Pêşmergeyê me dizanî û ne jî ordî ye. Weke gelek mamûriyetên desthilatdariyê, zexelî, bêdisîplînî, bêciddîyetî, rant, armanca rojek berî rojekê dewlemendbûnê, di nava Hêzên Pêşmerge de jî bûye motîvên jiyanê. Tê gotin ku hijmara fermandarên Pêşmerge yên bazirganiyê dikin, îhaleyan dişopînin, komisyonê distînin, şirîkê şîrketên mezin in, ne kêm e. Eşkere ye ku Pêşmerge bi van xusûiyetên nû, ji xusûsiyetên berê bidûr dikeve.

Weke çav lê bû, serokê Herêma Kurdistanê berpirsên herêmî yên Şingalê ji erkên wan bidûr xistin. Bi qenaeta min pirs bi vê tedbîrê, bi lêkolîneke derheqê van berpirsan û bi cezakirineke wan ya muhtemel jî çarser nabe. Fermandarê di şer de şerneke û bireve û sivîlên armanc in bispêre însafa dijmin, helbet sûc kiriye. Helbet divê bê cezakirin. Lê pirs, ji nû ve û ji binî ve li gorî şert û mercên demê û stratejiya paraztina hebûna miletê kurd û Kurdistanê, reorganîzyona Hêzên Pêşmerge ye. Divê em jibîr nekin, ew ê dê vî welatî biparêzin dîsa ev hêz in. Herwiha hewldanên îstîsmarkirina vê rewşê, hewldanên bêîtîbarkirin û rûmetşikandina Hêzên Pêşmerge ne rast in û ne di fêda Hêzên Kurdistanî de ne.

Çend in, nizanim lê helwesta fermandar yan fermandarên Hêzên Pêşmerge yên li Şingalê çeperên xwe li cîh hiştin, lekeyeke mezin e li eniya Pêşmerge. Ev leke wê demeke dirêj bimîne. Vê lekeyê bi hizaran Pêşmergeyên îro jî welatên xwe weke cengaweran diparêzin xemgîn kiriye. Guman nîne ew jî li ber xwe dikevin. Heta yek birîneke vê kerasteê vekirî bimîne, wê ev leke jî xuya bike. Ji niha pê ve li aliyekî şûştina vê lekeyê barê stûyê Hêzên Pêşmerge ye, lê li aliyê dinê barê serokê Herêma Kurdistanê, hukumet û hemû saziyên dewletî ye.

Kurdistan bê Şingal û Şingal bê Êzidî nabe. Di dema nêzîk de erka sereke neqilkirina hemû Êzdiyên koçber ji bo deverên ewle ye. Bila koçber bêhna xwe bidin, birîn bêne dermankirin. Erka duyemîn haziriya şert û mercên di nava ewlehiyê de vegera wan ya Şingalê ye. Roja qefleya pêşî û ya paşî vegeriya Şingalê, li gel wan çûna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wê bibe sebebê bilindkirina maneviyetê. Li wê bicîhkirina wezaretekê dikare bawerî û maneviyeta miletê kurd û Êzdiyan xurt bike. Dîsa li Şingalê cîh û biwarbûna siyasetmedarekî naskirî, hunermenedekî naskirî, nivîskarekî naskirî, rojnamevanekî naskirî, alimekî naskirî, Şêxekî Musliman ê naskirî, Barzaniyekî naskirî dikare tesîreke gelek pozîtîf li pêvajoya avakirina baweriyê û bilindkirina maneviyeta miletê kurd  bike.

Pê tê zanîn ku gelek girtî û êsîrên DAÎŞê di destê Hêzên Pêşmerge de hene. Serbestberdana wan divê tenê bi guhertina keç û jinên ji aliyê DAÎŞê revandî, be. Heke mumkin be operasyonên eskerî jî di nav de, divê hemû rê rûbazên rizgarkirina van keç û jinan, di rojeva hukumeta Kurdistanê de li cîhekî pêşî be. Divê em jibîr nekin, her birîna nekuje tê girtin, lê ev birîn nayê girtin.

Bêguman prosesa di nava civaka Êzdî de bicîhkirina baweriyê û haziriyên vegerê, wê demeke dirêj bajo. Li gel alîkariyên pratîk û însanî, xebateke psîkolojîk ji aliyê saziyên pispor, pêwist û ferz e. Ya di mejî û dilê Êzdiyan de vebû, travamayeke kûr e û wê bi salan di hişmendiya me de bimîne.

Bi baweriya min pirsa taînker, li Şingalê, li cîh û warên wan, ji bo Êzidiyan bicîhanîna şert û mercên jiyaneke bêtirs û di nava ewlehiyê de, ye. Çewa ku garantiya wê êrîşeke bi vî rengî dubare nebe, tune be, herwisa garantî nîne ku sibê DAÎŞeke kurd derneke, nîne. Heke li mizgeftên Hewlêrê yan jî Halebçeyê melayên kurd, qetla Êzidiyan helal bikin, DAÎŞ tune be jî, wê Êzdî û Êzdayetî di xeter û metrisiyê de be. Heta çar aliyên Şingalê ji Muslimanên Êzdayetiyê bê Xwedayetî dibînin, dorpêç be, wê Şingal û Êzdayetî di xeterê de be. Heke Şingal bi giringiya Kerkûk û Hewlêrê û heta ji wan bêtir neyê paraztin, wê Êzdayetî di xeterê de be.

Bi qenaeta min dîrok û îro jî li ser me ferz dike ku ji bo konsepteke demeke dirêj Êzdatiyê biparêze, divê Herêma Kurdistanê, disîplîn û sîstemên navnetewî jî tevî vê prosesê bike.

Ev ne zeafiyet, pêwistiyek e!

Kurdînfo

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.