Encamnameya Civîna Bi Dildarên ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ Re

Belê, dildarên Însîyatîfa Azadî lotikek qerase avêtin û civîna ciwanan li dar xistin. Ciwanên Însîyatîfa Azadî bi daxuyanîyekê dawî li civîna xwe anîn û dan lotikan.

Ê de kerem bikin daxuyanîya ciwanan bixwînin bê çi dikeve serê we qurban…

——————————-

Encamnameya Bi Dildarên ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ Re Civîna Şêwirê ya Yekemîn a Ciwanan

Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

Em wek ciwanên ku dildarên Înîsiyatîfa Îslamî Ya Kurdistanê / AZADÎ ne, di 16ê tebaxa 2014an de bi beşdarvanên ku ji bajarên cuda yên Kurdistanê û ji metropolên Tirkiyê hatine, li paytextê Bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê civiyan. Di encama vê şêwra ciwanan de biryar hat girtin ku xalên li jêr bi raya giştî ya Kurdistanê re bên parvekirin:

1-Em zordestî, koçberkirin, qetliyam û kiryarên hwd. yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li ser Kurdên Êzidî tên kirin bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Siyaseta qetliyam, komkujî û koçberkirinê ya ku bi sedan sal e li ser gelê Kurdistanê tên kirin, îro bi destê DAIŞê li ser gelê Şingalê tê meşandin. Em bangî hemû gelê Kurdistanê dikin ku li kurdên Êzidî xwedî derkevin û welatê Kurdistanê ji dijmin mudafaa bikin.

dildar azadi

2-Em wek dildarên Înîsiyatîfa AZADÎ ya ku bingeha xwe ji mîrasa manewî ya Cemîyeta Azadî ya Kurdistanê û merhûm şehîd Şêx Seîd Efendî distîne, di wê baweriyê de ne ku reçeteya xelasiya Kurdistanê di fikriyata Ehmedê Xanî, di fiiliyata Şêx Seîd Efendî û di dergehê umetê ya Bedîuzeman Seîdê Kurdî de ye. Di vê çarçoveyê de em bangawaziya beşdarbûna kongreya Înîsiyatîfa AZADÎ ya ku dê di 6-7ê îlonê 2014an de were lidarxistin, dikin.

3-Em hemû aîdiyetên dînî, mezhebî, etnîkî û siyasî yên Kurdistanê vedixwînin ku di payeyeke hevpar ya Kurdistanî de bên bal hev û welatê hevpar, Kurdistanê, bi tifaqeke xurt biparêzin.

4-Em dema ku mesele hat li ser Kurdistanê û rawesta, bi nêrîneke qewmî-umetî û veşartina heqîqeta Kurdistanê ya ku bi destê îslamcîyên tirk, ereb û farisan pêk tê, nas nakin. Em deklare dikin ku nêrîna umetî ya Tirkî, Erebî û Farisî ya ku bi îstîpdadî tê meşandin, me eleqedar nake û em nêrîna umetî ya ku referansa xwe ji Qurana Ezîmuşan digire, ji xwe re rêber dinasin.

5-Ji ber berpirsiyariya xwe ya Îslamî û Kurdistanî, em didin zanîn ku divê saziya sereke ya Kurdistanê, medrese, bên îhyakirin.

6-Em difikirin ku li Kurdistanê pêwistî bi partiyeke siyasî ya ku dê di navbera Îman û Welat de pireyekê ava bike, heye. Ji ber ku berî her tiştî mudafaaya welêt, meseleyeke îmanî ye.

Ji Raya Giştî re silav û rêz…

About The Author