Egîd

Egîd kî ye?
Egîd, lawekî kurd e…
Egîd, xortekî kurd e ku li dij hovtiya dewleta dagirker derketiye…
Egîd, sembola şerê çekdarî ye…
Egîd, dilsoz û canfedayê wî welatî ye ku ji her hêlê ve hatibû dagirkirin; hemû nirxên wî hatibû talankirin…
Egîd, di bêdengiyê de qîrîn e!
Egîd, lixwemikurhatin e…
Egîd, lixwevegerandin e…
Egîd, namûs e…
Egîd, xîret e…
Egîd eşq e, eşqa azadî û serxwebûnê ye…
Egîd şeraba azadiyê ye; şeraba ku dagirker pê bêhiş û serxweş dikevin…
Û Egîd mir; şehîd ket bi guleya dagir-ker-an.(???)

Egîd çima mir?
Egid, li dij dewleta dagirker doza welatê xwe kir…
Egîd, li dij talana nirxên xwe, sînga xwe kir mertal…
Egîd, li dij dagirkeriya dagirkeran bû agir û bi wan ket…
Egîd, bû hêviya vejîna ruhekî kurdistanî…
Egîd, bû hêvî û ket dilê niştimanhezan…
Egîd, çima mir?
Egîd, Kurdistaneke azad û serbixwe dixwest, lewma mir!
Û Egîd mir!
Yanî şehîd ket!
Yanî xwe kirin qurbana wî!

Û piştî mirina Egîd, bi hezaran xort û ciwanên kurd bi wê şehadetê mirin. Hêviyên wan di dilê wan de çilmisîn; tevî hêviyên xwe bûn ax, axeke hîn jî ne azad…
Ew ax, bi xwîna cangoriyan hatiye avdan, heta nebe azad, ji kesî re nabe yar, nabe diyar!

Piştî mirina bi hezaran kurdên kurdistanxwaz û bi talana nirxên bi salan, em hatin li qonaxeke ne diyar sekinîn; li qonaxeke ku tenê bi hêsirên şehîdan ax digirî…
Parlamentoya dagirkeran tije parlamenterên “kurd” bûn, tije parlamenterên ku bi sûnda Tirkiyeyeke yekgirtî dest bi xebat û çalakiyên entegrebûnê yanî tirkiyetiyê kirin…
Ziman ji ziman xeyidandin…
Xwe ji ziman xeyidandin…
Nefes li nirxên kurdî çikandin…
Û li ser ruhê kurdan bi tirkî fatîhe xwendin.
Kurdî kuştin!
Kurdî mir!
Bi dehan têgehên ku ew bixwe jî jê fêhm nakin, serî li me kirin tara bêjingê. Me heft xwezî bi mejiyê mirîşkekê anî. Mirîşka ku diçû nikilê xwe li gûyê bin qûna xwediyê xwe dixist. Em bi aqilê mirîşkê nerazî bûn, bi zanetî gûyê bin me bi me dan xwarin, ligel şeraba bêhişiyê…
Fikra Kurdistana serbixwe û azad çû ser sergoyan ku zarokên kurdên xizan û belengaz ji bo pariyeke nan li ser digeriyan jî lê rast nedihatin…

Û nuha…
Zîhniyeta ku fikra Kurdistaneke azad û serbixwe avêtibû ser sergo, diçe peykerê lawekî kurdistanxwaz diçikîne û xelkê belengaz û dagirkeran dixin qirika hev. Li qada şer jî, ne yên wê zîhniyetê diparêzin, ne jî yê ku ew peyker çêkiriye xuya ne…
Siyaseta ku bi xwînê were meyandin…
Siyaseta ku li ser keda belengazan bê avakirin…
Siyaseta ku tenê gemar û qirêjî jê bifûre, serê we bixwe.
Êdî ji pêxîla van belengazan bikevin.
Ji dêleva ku hûn peykerê Kurdistanxwazekî diçikînin, herin peykerê Tirkiyexwazekî biçikînin. Ne serê we diêşe, ne serê dagirkeran diêşe, ne jî serê me…

Û hew!

devliken

About The Author