QIJIKÊ BERATE Û QARQAROK

Li Başûrê Kurdistanê behsa serxwebûnê hat kirin, qijikên berateyan ji hêlînan derxistin û şandin ser Kurdan. Firîn baskê xwe li hev xistin, şa bûn ku ji beratê piçek xwarin bi dest bixin. Bang li hev kirin, her yekê xwe da ser hişkedarekê û li benda parçekirina berate amade bûn. Gorî wan Kurdistan berate bû !…

Zen kirin Kurdistan bêkes, birîndar e !

Zen kirin Kurd mirî ne !Finger

Zen kirin Kurd newêrek e !

Zen kirin Kurd nikare şer bike !

Zen kirin wê Kurd bireve !

Zen kirin wê Kurd radest bin !

Lê hesabê tiştekî ne kiribûn, nizanîbûn heta kêr negihê hestî Kurd ji xewa mirinê şîyar nabe. Ku şîyar bû wek şêrekî hicûmî neyarê xwe dike û xilasîya neyar tune. Heçê vê taybetîya Kurdan nizanin bila dîroka Kurd û Kurdistanê bixwînin. Bila lehengîya pêşmerge fêr bibin.

Bi êrîşa DAIŞ’ê ne tenê qijikên berateyê, qarqarok jî derketin holê. Qarqarokan bi penûsa xwe, bi rojnamên xwe, bi televizyonên xwe, bi twîtên xwe bêsînor kirin qareqar ! Bêrûmetî û bênamûsîya van qarqarokan nayê ji bîr kirin !

Kurdistan ji doh bihêztir li pîyaye û Kurd ji doh zêdetir ji bo doza xwe ye.

Werhasil, ne xwarinek bi destê qijikan ket, ne jî qarqarokan karîbûn gûyekî bixwin.

About The Author