Derxistina DAIŞê ji Kurdistanê ne çareserî ye!

nisredin akyolÇima derxistina DAIŞê ji Kurdistanê ne çareserî ye? Ji ber ku heta mar neyê kuştin, mal aram nabe, piştî birîndarbûnê û xwevekişandina qulê û tendirustbûnê, mar wê her dîsa êriş bike.

Çareserî? Tinekirina mar! Kurd dikarin DAIŞê (ya rasttir Îslamîstên tundrew) tine bikin? Na! Ev karê kê ye? Ev karê Ereban bi xwe ye. Kurd û dewletên rojavayî tenê dikarin wan dûrî xwe bikin û di lawazkirina wan de alîkar bin. Çiqasî hebûna rêxistinên weke DAIŞê di berjewendiya kîjan welatî de ye, ev meseleyeke din e.

Karê Kurdan çi ye?

 – Xweparastin û hevkariya dijberên DAIŞê û terorîstên îslamî li her cihekî.

– Terorîstên DAIŞê (bi rengê xwe yê diyar) wê bi arîkariya welatên rojavayî ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin, ev ekîd e. Lê wê bi kû de herin? Bêguman ewê bi wan çekên giran yên ji Mûsilê bidestxistî bixwazin Rojavayê Kurdistanê jî wêran bikin.

– Derxistina Erebên ku êdî dijminatiya xwe ji Kurdistanê re îspat kirine – bi vekirina deriyê mala kurdî ji bo terorîstan – ji her cihekî Kurdistanê şert e. Biratiya gelan li ser herdu çavan, lê xwedîkirina mar di ber sîngê de serserîbûn e. Bêyî derxistina wan Erebên dijminên Kurdistanê ji axa Kurdistanê, sifreya DAIŞiyan îro û sibe wê li Kurdistanê her raxistî be û xweparastina ji komkujî û êrişên terorîstî wê ne mimkun be.

– Lihevkirineke stratejîk di navbera PKKê û PDKê de, bi taybetî ji bo parastina Kurdistanê ji xetereyên mîna DAIŞê. DAIŞ destpêk e, DAIŞên din wê werin. Jixwe peydabûna bingeheke civakî ji bo “DAIŞên kurdî“ li her cihekî Kurdistanê êdî kor jî dibînin. Ev lihevkirina stratejîk ne bi delaliyên PKKê û PDKê ve girêdayî ye û ne cihê spasîkirina li wan e jî. Nazî û siyaseta partîtiyê û berjewendiyên şexsî di nav herduyan de êdî ji bo siyaseta kurdî luks in. Ew mecbûrên hevkariyê ne û deyndarên gelên Kurdistanê ne. Ya ku ji dîrokê ve pişta Kurdan her şikandiye, ew kirine xulamên xulaman, lihevnekirin û berberiya Kurdan ya navxweyî bi xwe bû.

– Çareserî? Divê (!) PDK (û hikûmeta Başûrê Kurdistanê) bi çekên giran arîkariya PKKê bike, da ku bikaribe Rojavayê Kurdistane li hemberî DAIŞê û çêlîkên wê biparêze. Parastina her gundekî li Rojava, çepereke êrişkirina ser Başûrê Kurdistanê ji dest DAIŞê derdixe. PKK mecbûrê parvekirina desthilatê li Rojava ye, ne ji ber çakiya xwe, lê ji bo parastina destkeftiyên xwe li Rojava û li Bakur jî. PKKyeke li Rojava şikestî wê li Bakur jî rol û pîroziya xwe winda bike.

– Û belkî ji hemû tedbîran giringtir: Divê gelê kurd bi lezgînî ji rêya zayîna çêlîkên maran bê dûrxistin. Ku Kurdên Misilman ji rêya tundiya olî neyên dûrxistin, şerkirina DAIŞa erebî wê li hemberî şerkirina li hemberî marên navxweyî bibe seyrana biharê. Û ev jî karê perwerdeyê ye, perwerde jî karê desthilatê ye.

RÛDAW

About The Author