Wezareta pêşmerge mîrkutek li nav serê Cemîlê me xist

Belê, ne sar li rêveberên PKK tê û ne jî germ.  Serokên sererd û binerd ên KCK (PKK) çima ku çend hêzên pêşmerge ji neçarî û bê çekî Şingal terikandibûn û Kurdên Êzîdî bi tenê hiştibûn, rabûbûn ser tapana û ji herkesî zêdetir dest bi dijminatîya pêşmerge, KDP û Barzanî kiribûn û dikin. Lê ku Barzanî çekên giran ji dewletên rojava û Amerîkayê xwestin, PKK dîsa rabû ser tapana û dest bi lotik û zîtirkan kir.

Piştî hatina çekên giran, hêzên pêşmerge darbeyên mezin li dêqehpên DAÎŞ ê xistin û tir ji wan berda. Pêşmerge her roj cîh li dolheramên DAÎŞ ê teng dike û bi pêş de diçe. Xuyaye ev pêşdeçûn û serkeftina pêşmergeyên Kurdistanê, KDP û Barzanî li zora PKK û girgirekên wê çûye û pê aciz bûne û dibin. Pê aciz dibin ji ber ku serkeftina pêşmerge ji wan re tê wateya serkeftina KDP, Barzanî û xeta netewî. Ji ber vê, PKK û serkêşên wê naxwazin pêşmerge bi ser keve û KDP û Barzanî di çavê Kurdan de xurt û mezin bibin.
Serokê sererd û binerd ê KCK xalê we Cemîl Bayik lotikek li pêşmerge xist û ji rojnameyek Almanî re kîn û nefreta xwe ya li hember pêşmerge, KDP û Barzanî anî zimên û axivî. Cemîlê me di axavtina xwe de ji dewletên Awrûpî xwest ku çek û sîlehan nedin pêşmerge û KDP. Li gor Cemîl Bayik yên ku karin şer bikin tenê hêzên PKK ne û hêzên pêşmerge û KDP teslîmîyetçî û ne şerkir in, tiral, xental û dane dû vîlla û malê dinyayê.

Cemîl Bayik gotiye ku „heke hûn çekan bidin pêşmerge, wê ew çek bikevin destên DAÎŞ ê ji ber pêşmerge nikare şer bike. Yên ku tenê şer dikin hêzên PKK ne û divê dewletên Awrûpî çekan bidin PKK“ filan û fîstan û kiras û xeftan.

Di vir de xalê we Cemîl Bayik dîrekt yan îndîrekt piştgirîya DAÎŞ ê dike. Di vê dema ku pêşmerge darbeyên mezin li dêqehpên DAÎŞ ê dixe, Bayik û PKK naxwazin pêşmerge bi çekên giran xurt bibin û DAÎŞ ê têk bibin. Çunkî xurtbûna pêşmerge, KDP û Barzanî têkçûna DAÎŞ ê, têkçûna siyaseta dewletên dagîrker û têkçûna siyaseta PKK ye.

Axir, li hember van gotin, lotik û zîtirkên Cemîlê me, Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê mîrkutek li nav serê Cemîl Bayik xist, bersiva wî da û got: ‘’Îdîaya ku qaşo tenê çekdarên PKK an jî YPG’ê şer kirine nerast e, vir û derew e, xwîna Pêşmergeyan li hemû eniyên şer rijiyaye.’‘

Li ser daxuyanîya Cemîl Bayik ku gotibû „Pêşmerge nikarin şer bikin û fêrî vîlla û bazirganîyê bûne“  Berpirsê Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Helgurd Hikmet got: ‘’Pêşmerge her çi bin baştir e ji wê yekê ku wek Cemîl Bayik bi bazirganîya madeyên hoşber (narkotîk – firotina eroîn, esrar û quzilqurtên din) ve mijûl bin“ û mejîyê Cemîlê me çelqo belqo kir.

Helgurd Hikmet, pêde çû  û got: ‘’Daxuyanîya Bayik ne di berjewendîya yekrêzîya gelê Kurd de ye û bi şahidbûna hemû welatên cîhanê Pêşmerge berevanîyeke tam li Herêma Kurdistanê û navçeyê dikin. Bela Cemîl Bayik belasebeb kêfa xwe neyne, ewê tucarî nikaribe bi lotik û zîtirkên xwe Pêşmerge piçûk bike’‘ filan û bêvan.

Helgurd Hikmet,  axavtina xwe wiha qedand: ‘’Balkêş e ku hinek kes bi xwe bi bazirganiya madeyên hoşber tohmetbar bin, niha wî mafî bidin xwe û navê Pêşmerge xirab bikar bînin. Zêdeyî 1050 km sînorê Hêzên Pêşmerge ligel terorîstan heye, çend meh dibe wek qehremanan berevaniyê dikin û niha li hemû eniyên şer Pêşmerge ber bi pêş de diçin. Kesên mîna Cemîl efendî çawa karin bêjin Pêşmerge şer nakin. Ev çi vir û derew in kaka’‘ û dawî li axavtina xwe anî.

Werhasilî kelam, Cemîl Bayik lotikek li Pêşmerge xistiye û tir ji wan berdaye.

Û Wezareta Pêşmerge jî mîrkutek li nav serê Cemîl Bayik xistiye û ew kiriye bazirganê narkotîkê, ango baronê eroîn, esrar, afyon, bazirganîya mirovan û quzilqurtên din.

Û dijminên Kurdan jî henekê xwe bi vî halê me dikin, kêfa xwe ji dijminatîya me re tînin.

Ê de xwedê mala wî bibe mîratê ewê ku Kurdan bera hev bide û wan bike dijminê hev û hûn sax….

Hewlêr

About The Author