BELKÎ TU SERSERIKÎ BIKEVÎ TENÛRÊ REBÎÎ

Pireka mela Feyzo li ber tenûrê nan dipeht, xwe kûz kir ku nanê tenûrê derxe; tewşa xwe winda kir û serserikî ket tenûra tije ar. Şewitî belengazê û çû ser dilovanîya xwe.

Mela Feyzo extîyar bû, bê pîrek nedibû, jînebîyek ji xwe cîwantir anî. Birayê mela Feyzo ji bo ku bi ya kekê xwe, bike li jinikê şîret dikir. Jê re got: “ Mela gelek zaniste, bêrûmetîya wî nekî ha. Heke tu qedrê mela negrî wê niviştekê çêke tuyê jî wek pîreka wî ya ewil bikevî tenûrê ha !

aysel-tuglukLi Kurdistanê ewqas melayên zanist hene, yekî ku ji vê Aysel Tuxluk a atavirqperest re niviştek tûj çêke tune gelo? Belkî ew jî serserikî bikeve tenûrê û em jê xilas bibin.

Aysela çîp qirşik bi navê Kurdên Bakurî dibê: “Bila Tirk netirsin, emê di bin banekî de bijîn. Em dewletbûnê naxwazin, demokratik ulus çareserîya her tiştî ye “ filan û fistan.

Aysela çîp qirşik gelo ew hevallerên bi çek piştgirî û piştevanên we nebûna, we karibû ewqas bêrûmet dijayetîya Kurd û Kurdistanê bikira ! We bi zor vê gavê herêm kirîye bin bandora xwe, despotîzma we gelê me diêşîne ! Lê baş bizanin ev heta hetayê naçe, roj bê hûnê hesabê vê neyartîyê bidin…

We hiş û mejîyê gelek Kurdan tevlihev kir û ji xwe re kir mirîd, lê ev gel ne golikê bavê kesî ye. Miheqeq wê hesabê her tiştî bê pirsîn Aysel, de êdî di ku de zirave bila di wir de bişkê. Te fêm kir ?!

About The Author