Hisê Şeşan

Mirovek hevgunêlbaz/ homo/qûnek/ dilê xwe dibijîne xortekî, bi awayekî pê re dostanîyê datîne, lê sererast nikare jê re bibêje. Lewma rojekê wî vedixwîne firavînê. Lê berî firavînê çend kesan bi paran digire û wan tenbîh dike ku dema nêzîkî cihê firavînê dibin, wê çi bikin.

Li ser firavînê yê hevgunêlbaz dibê:

-Binêr ew xortê ha wê ji bisîkletê bikeve.

Û ye ser bisîkletê dikeve.

Xort dibê: Te çawa zanîbû ?

Ew dibê: Hisê min yê şeşan heye.

Di navberê de çend deqîqe derbas dibin, yê hevgunêlbaz dibê:

-Binêr, ev herdu kesên ha wê şer bikin.

Û şer dikin.

Piştî nîv seetê dibêje: Binêr, ev herdu tirimbêlên han wê li hev biqelipin.

Û li hev diqelipin.

Pîştî çend deqeyên din dibê: Tu wî xortî dibînî, binêre wê bikeve û pîyê wî bişkê.

Xort ecêbmayî dimîne û dibêje: Te çawa zanî wê ev tişt hemî biqewimin û qewimîn?

Yê hevgunêlbaz: Ne min got, hisê min yê şeşen heye.

Xort dibê: Ez dixwazim hisê min jî yê şeşan hebe.

Hevgunêlbaz: Hêsaye, ezê te fêr bikim. Divê tu çavên xwe bigirî, xwe li ser tiştekî konsentre bikî.

Xort çavên xwe digire û xwe konsentre dike. Çavên xwe vedike dibê: Ev erebe bi lez tê, wê li derekê bikeve.

Lê nakeve. Çend carên din çavên xwe digire, xwe konsentire dike, lê hisê wî yê şeşan çênabe.

Yê hevgunêlbaz dibê: Em biçin hemamê, li hemamê mirov çêtir konsentire dibe.

Diçin hemamê.  Yê hevgunêlbaz dibê: Qet/hîç çavê xwe veneke û kosentre bibe.

Ew jî çavên xwe digire. Yê hevgunêlbaz, ser û çavên wî sabûn dike, bedena wî lîf dike, hêdî- hêdî destê xwe ji pişta stû de ber bi qûna wî de tîne û hêdî- hêdî qûna wî vedimalîne.

Xort dibê: Qey tu dixwazî bikî qûna min ?.

Yê hevgunêlbaz dibê: Te dîtttttt çawa hisê te yê şeşan xebitî!

 

About The Author