YNK dixwaze HDK fisek bike

Li ser bextê fitne û fesadên nava YNK û PDK-Îran (Hizba Demokrata Kurdistanê – HDK) ê be..

Dibêjin berî bi çendakê pêşmergeyên PDK-Îran şerê pasdarên Îranê kirine, qûş li wan qetandine û 25 pasdar bi cehnemê şad kirine. Ji dema ku başûrê Kurdistanê piçekî azad bûye û heta niha pêşmergeyên PDK-Îran bêdeng bûn û ji bo xêra başûrê Kurdistanê şer nedikirin, ketibûn kozikên xwe û ketibûn xewa giran.

ynhuhdPiştî şerê navbera pêşmergeyên PDK-Îran û pasdarên îranê, xuyaye sofîk û melayên Îranê aciz bûne û guhê YNK kişandine, gotine „Ji wan xwedênehiştên PDK-Îran re bêjin, bela şerê me nekin û qûşê li me neqetînin kaka, ma em belasebeb we xwedî dikin oxlim“ û li pişta hinek ji qûnmezinên YNK siwar bûne.

Li ser vê bûyerê, dibêjin YNK zixt dane PDK-Îran û ji wan re gotine: „Binerin canekem, zûtirîn wext hêzên xwe yên çekdar ji Rojhilatê Kurdistanê vekişînin başûrê Kurdistanê, dev ji çalakîyên beradayî berdin û şerê Îranê nekin. Heke hûn şerê Îranê bikin, wê Îran goştê elokan ji ser me qut bike û emê birçî bimînin. Me ji xwarina goştê elokan mehrûm nekin baba“ û pê de çûne.

Dîsa li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin rêvebirên HDK daxwaza YNK red kirine û gotine: „Êdî bes e, ev çend sal in ji bo xatirê we em razayî bûn, em bi vê xewa giran xental û tiral bûn. Êdî dem hatiye ku em tirrê ji pasdarên îranê berdin û qûşê li wan biqetînin“ û pelûlek germ bi serê YNK de dakirine.

Hefteya borî çend kiryarên çekdarî li devera Serdeşt û Merîwanê ji alîyê grûpek çekdar ya bi navê (Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê) li  dijî hêzên pasdarên Îranê pêk hatibûn.Wê grûpa çekdar xwe wek alîgirên Hizba Demokrata Kurdistanê bi xelkê Rojhilatê Kurdistanê dabû naskirin.

Werhasilî kelam, heta li Rojhilatê Kurdistanê dîsa agirê şoreşê pênekeve û serê sofîk û melayên Îranê neêşe, wê sofîk û melayên Îranê her û her tilî û dest û lingên xwe têxin nav kar û barên Kurdên parçeyên din. Lê ku pasdarên wan hatin kujtin û şaşika wan ji serê wan ket, aha wê gavê wê bi pisrgirêka xwe dakevin û zêde nikaribin bi Kurdan bilîzin.

Îcar ji bo hinek qûnmezinên YNK ji xwarina goştê elokên Îranê mehrûm nebin, zixtê li HDK dikin ku şer nekin û çira şoreşê vemirînin wesselam…

Ê de xwedê çi nivîsandibe wê her ew be lo….

Mahabad

 

About The Author