Bû şehîd lê çû cehnemê

Malbata Alniak li bajarê Meletê rûdinên. Malbatek dîndar in. Kurê wan Yakûp Bulent Alniak li Sûrîyê di şerê DAÎŞ ê de hat kujtin. Balafirên Amerîkî nîhan qûna wî û ew bi cehnemê şad kirin.

Axir, dê û bavê wî bihîztin ku kurê wan hatiye kujtin û dest bi barandina hêsir û rondikan kirin. Lê dêya wî Zuhal Alniak bi kujtina kurê xwe ne poşman e.

Çima ne poşman e?

terorist sehitEw bawere ku kurê wê şehîd bûye û çûye bihuştê.

Zuhal Alniak ji çapemenîyê re gotiye: „Kurê min şerbeta şehadetê vexwar. Heke 10 kurên min hebûna, minê hemû bişandina şer“ filan û fîstan.

Wey weleeedddd Zuhal xanim wey weled!

Ne li te be û ne li vexwarina şerbeta kurê te be.

Yanî niha ji te weye ku kurê te çûye bihuştê û bi 72 horîyan re zewicî ye ne wilo?

Keçê peppûkê, kezîkurê, nemayê, bi allahwekîl kurê te niha li cehnemê di nav êgir de dişewite. Dilê xwe bi bihuştê û şerbeta şehadetê xweş neke.

Li gor sîxurên me yên li cehnemê radigihînin, kurê te Yakûp Bulent Alniak, niha li cehnemê di nav agirê germ de tê birajtin û zebanîyên cehnemê yeko yeko xwe lê diceribînin.

Îcar tu dixwazî 10 kurên xwe bişîne yan neşîne, ew mesela te ye.

Lê tu 100 kurên xwe jî bişînî vexwarina şerbeta şehadetê, ewê ji qeraseyên zebanîyên cehnemê xelas nebin û tu sax..

Meletî

 

 

About The Author