EW JI ME RE DEYNDAR IN

Dagirker cehş û wehşên xwe (DAIŞ) berda ser Kurdan, bi hovane êrîşî me dikin. Me dikujin, malê me talan dikin, jin û zarê me direvînin. Gelê me wek bira pezê gur ketibe navê em li wî alî li vî alî di welatê xwe de koçber in.

jin acizKesekî bê hawara me nîne ! Tek û  tûk deng bilind bibin jî ne dilsoz in, derewçînin, şerbeteke tamsar belav dikin.

Çepgir dibên: “ Em li dij DAIŞ’ê ne, lê bila Emerîka bombebaran neke!” Ev çi gûxwarin e yoldaşlerno ?

Îslamîst dibên: “ DAIŞ ne Misilman e, lê yên di bin ala Îslamê de şer dikin cîhadî ne.” Ev çito Misilmantî ye qeşmerno ?

Tirk dibên: “ Em piştevanîya DAIŞ’ê nakin, lê DAIŞ û Kurd şer dikin ji me re çi.” Ka qaşo Kurd  û Tirk bira bûn kurê kerêno ?

Ê gunehkar, ê sûcdar em in. Me di ber wan de canê xwe da, malê xwe da û di ser re jî welatê xwe Kurdistan, da dîsa nebû ! Nexwe em misteheqê her xirabîyê ne !

Cîhana kor, kerr û lal hûn ji me re deyndar in, we bi peymana Sykes-Picot çawa em bê dewlet hiştin, hûnê ne bi xêra bavê xwe rêya dewletbûna Kurdan vekin. Em Kurd rikdar in, heta em deynê xwe ji we nestînin xew li me heram be…

About The Author