Qûş li jinbava xwe qetand

Dinya bûye dinya „kê kir kê“. Hema kê kês li yê/ya din anî, hew we dît lotikek lêxist û tirr jê berda. Êdî ne adet maye, ne çand û ne jî rêz û qîmet. Ev dinya dinya lotik û zîtirkan e wesselam..

deulaw4Li Fransayê, xiyarê bi navê Erîc Holder dil dikeve jinbava xwe. Piştî ku qûşê li hev diqetînin û hevdu dinermijînin, biryar didin ku bi hevre bizewicin. Lê li gor qanûn û yasayên Fransayê nabe ku kesek bi jinbava xwe re, yan jî jinbav bi endmamên malê re bizewicin, qedexe ye. Lê piştî berxwedan û kefteleftek mezin, dadgeha Fransayê teslîm dibe û zewaca wan dipejirîne.

Niha Elîsabeth Lorentz û Erîc  Holder kêfa li ser kêfê dikin. Elîsabeth Lorentz a ku bi xiyarê mêrê xwe têr nîhandin nedibû, xiyarê zirkurê xwe dike cacîq, têr dixwe û hetta pê virikî jî dibe.

Îcar dinya bûye berdîberdan gelî xwendevanan.

Bav dikute keça xwe, kur dikute dêya xwe, bra bazdide ser xuha xwe, nevî qûşê li pîrika xwe diqetîne û kalik jî nevîya xwe diçirîne.

Axir, mesela Elîsabeth Lorentz û Erîc  Holder jî bûye wek mesela me Kurdan.

Em Kurd jî nikarin bi xelkê, lê em dijminatî û şerê hev dikin û zinê bi hevre dikin.

Ma ev bû lo?

Parîs

deulaw

About The Author