“Çi dikî bike nekeve şerê kolanan!”

Kadirê PKK û berpirsiyarê berê yê Ewrûpayê Akîf Hesen di derbarê rewşa Kobanê de lotikek balkêş avêt. Ê de ka bixwînin bê ji lotika Akîfê me çi dikeve serê...

Kadirê PKK û berpirsiyarê berê yê Ewrûpayê Akîf Hesen di derbarê rewşa Kobanê de lotikek balkêş avêt.

Ê de ka bixwînin bê ji lotika Akîfê me çi dikeve serê we.

————

Çi dikî bike lê nekeve şerê kolanan. Em di pêvajoya tekoşînê de ne, ne di pêvejoya derekê bigirin û bernedin. Em ji bo mirovan, ji bo gel xwe didin kuştin û her fedekariyê dikin, lê nabe em ji bo bajarekî biçin mirinê. Em dikarin bajêr berdin û sibê, ger sibê nebe, dusibê lê vegerin. Ev ne eyb û ne şerm e. Eyb û şerma mezin ew e gava mirov di rewşên zor de nekaribe çareyan ji jiyana şervanan re bibîne.

akif hesenDîsa dibejim: Em li dû gotinên ji daholan mezintir nekevin, di bin navê qehremaniyê de neçin întîharê. Gelek zarokên siyasetê hene govendên „qehremaniyê“ digirin. Divê mirov guh nede wan. Ya herî girîng ew e mirov jiyana bi sedan xort û keçên li Kobanê, ku di bin çekan de ne, biparêze, wan neşîne mirinê.

Emê çima bikevin şerê kolanan? Ji bo em Kobanê biparêzin? Ji xwe ger em çûn wê kêliyê Kobanê namîne, Kobanê dibe xwelî, wêrane dibe. Yanî emê hem canan bidin hem malan? Me 300 gund berdane ne eyb e lê em bajêr berdin eyb e? Ev çi mentiq e? Ev tenê mentiqê Ronahî tv ye. Heger mirov vê yekê ji vê kêliyê û şûn ve bike, bi yek gotinê, întîhar e. Mafê kesekî tuneye zarokên me, xwîşk û birên me bi propogandayên vala bişîne întîharê. Bi propogandayên weke “welat, berxwedan, namûs, şeref” nabe mirov ciwanên xwe li ser mirinê de bişîne. Ger fersenda derketinê hîn heye, divê were girtin. Ma te berê çiyayek an jî geliyek, an jî gundek û bajarek li Bakûrê Kurdistanê girtiye û tê de asê mayî? Nexêr! Kengê dijmin bi tank û topan bi ser te de hatiye tu derketî. Kengî hêza dijmin ji ya te mezintir bûye, tu şûn ve kişiyayî. Çima ev yek îro nabe? Çima ev ji bo Kobanê nabe?

Avestakurd

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...