Wê jî lotikek paşûpê avêt

Wekîla Partîya Çep a Almanya xanim Christine Buchholz, qaşo xwest piştgirîyê bide Kobanî û berxwedana Kobanî. Lê rebenê li lotika xwe polîpoşman bû. Kezîkurê pankartek wilo nivîsand ku ew pankarta wê wek pelûlek germ bi ser serê wê de rijiya û di çapemenîyê de rezîl û riswa bû.

Aha mejîyê çepîtîyê ev e xuyaye..

alman wekil

Christine Buchholz, ji bo piştgirîya Kobanî pankartek hilda û li ser nivîsand: „Piştgirî ji bo berxwedana Kobanî – Bila bombebarandina Amerîkayê bisekine (raweste)“ filan û fîstan.

Û tam di vê dema ku Amerîka baregehên ÎŞÎDê bombebaran dike û alîkarîya PYG û berxwedana Kobanî dike, kezîkura Christine Buchholz ev piştgirîya qerase belav kir.

Xanima germik û nermik Christine Buchholz, îcar ji bo ku eyba qûna xwe veşêre, gotiye: „Şer tenê bi çek û sîlehan nayê qezenckirin. Bombardûmanên Amerîka wê di warê polîtîk de ÎŞÎDê xurttir bike“ filan û xeftan.

Naxwe şer bi çek û sîlehan nayê qezenckirin ne wilo?

Keçê hey te tirşika Reşo Obama xwarê, ma ÎŞÎDê ne bi çek û sîlehan nîvê Iraq û Sûrîyê dagîr kiriye?

ma go Amerîka bombeyan bi ser dolheramên ÎŞÎDê de nebarîne û cebilxaneyên wan neteqîne, wê berxwedana Kobanî çawa bi ser keve?

Yan tu û partîya xwe hûnê bi pankartan ÎŞÎDê têk bibin?

Werhasilî kelam, mejîyê çepîtî heman gû û rîx e.

Ha li Tirkîyêêêêêêê, ha li Almanyaaaaa û ha li Kurdistanê

Berlîn!

About The Author