Selo efendî xortên Kurd kirin „Soytarî“

Belê, serokê HDP kekê me Selahattîn Demîrtaş bang li „7 heta 70“ salîyan kir ku derkevin kolanan û her derê bikin Kobanî. Lê encama vê lotikê dîsa wek lotikên berê zirar û ziyana bajarên Kurdistanê bû, ziyana Kurdan bû û nêzîkî 40 Kurdî bilasebeb hatin kujtin û ji kîsî xwe çûn.

demirtasDibêjin „herkes li ser mirîyê xwe digirî“. Yên ku mirîyên wan tunebin yan zarokên wan li kolanan neyên kujtin, wê êşê nizanin. Û ji xwe siyasetmedarên me qet nizanin. Nizanin ji ber zarokên wan di kuçe û kolanan de, di şer û pevçûnan de nayên kujtin. Zarokên me di şer û pevçûnan de canê xwe didin, lê yên wan di malên xwe de bi pisîk û kûçikan şad didbin, di maçên fûtbolê de ji Fenerbahçe û Galatasaray re li çepikan dixin û haya wan ji bayê felekê tuneye. Ne zanin Kurdayetî çi ye û ne jî Kurdî zanin. Çend gotin Kurdî zanibin jî, nikarin dawî li Kurdîya xwe bînin û dîsa dest bi şildim bildima Tirkî dikin. Çima? Ji ber ku dê û bavên wan ew bi ruhê Kurdayetî, bi ruhê Kurdewarî mezin nekirine. Ew wek zarokên „ortak watan“ û zarokên „demokratîk“ mezin û kedî kirine. Ji ber ku zarokên wan ji zarokên xelkê şîrîntir in, wan bera nav şer û pevçûnan nadin û wan ji civaka Kurd a bi xir û cir dûr dixin. Ê helbet, zarokên wan can in, yên xelkê jî bacan in. Û bi ser de jî li ser xwîna wan zarokên xelkê siyaseta xwe jî dikin, meaşê xwe jî distînin û dibin mîr û wezîr jî. Û hetta karin bibin namzetên serokkomarîya dewleta dagîrker jî.

Belê, bi banga HDP û Seloyê me, ji 7 heta 70 salî Kurd derketin kuçe û kolanên bakurê Kurdistanê û çend bajarên Tirkîyê û tofan rakirin. 40 (belkî zêdetir jî bibe) Kurd hatin kujtin, bi sedan dikan hatin şewitandin, bi sedan dikandar û bazirganên Kurd perîşan bûn, bi sedan dibistan hatin şewitandin, trimbêl û wesayîtên din telef bûn û wekî din. Û li çend cîyan jî peykerên Atavirqo hatin şewitandin, xwedê heye. Lê şewitandina ala Tirko û peykerê Atavirqo jî xort û ciwanên Kurd li ber dilê HDP û Seloyê me şîrîn nekirin. Şewitandina ala Tirko û peykerê Atavirqo ew kirin „soytarî“ (beredayî zugurd, serserî) û pê gunehkar bûn.

Axir….

Çima ku çend xort û ciwanên Kurd ala Tirko û peykerê Atavirqo (stûna xaltîka me Aysel Tûglûk) şewitandin û nîhan qûna wan, Selo efendî dîn û har bû û ew xort û ciwanên Kurd wek „soytarî“ (beredayî zugurd, serserî) bi nav kir.

Ê oxlim, madem tu-hûn- ji 7 heta 70 salî Kurdan derdixin kuçe û kolanan û ji wan dixwazin ku her derê bikin KOBANÎ, ma bela ala Tirko û peykerê beton Misto jî neşewitînin? Ku wan jî neşewitînin, naxwe wê çi gûyî bixwin Selo?

Yan lotika te-we- li we vegeriya û we dixwest tenê Kurd bên kujtin, dikanên Kurdan bên şewitandin, bakurê Kurdistanê bişewite û dîsa dinya bi Kurdan bikene?

Werhasilî kelam, heke şewitandina ala Tirko û peykerê Atavirqo „soytarîtî“ û serserîtî be, bijî soytarîyên Kurd!

Amed

atoo

ato

About The Author