Osmanê me lotikek kesanedî avêt

Belê, xalê me Osman Ocalan (brayê başqanê me yê sererd û binerd) hevpeyvînek qerase bi BasNews ê re kir û çend lotikên kesanedî avêtin.

Li gor saloxdanên fitne û fesadên nava BasNewsê, dibêjin xwedêgiravî wê Osmanê me û 30 rêvebirên PKK bên nav refê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û di bin sîwana PDK de bidin lotik û zîtirkan.

osman-ocalan-1Di vê derbarê de Osmanê me gotiye: “ Ez Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serokekî netewî dibînim, PDK jî wek dayîka bizava netewî ya Kurdistanê dibînim. Ligel vê jî rexneyên min hene, lê dîroka neteweya rizgarîxwaz a Kurdistanê ji malabata Barzanî û PDK heta niha xizmeta herî mezin ji bo doza neteweya Kurd kiriye û ji sed salî ve bûye navenda bizava neteweyî ya Kurd. PDK ev rol berfirehtir kiriye, lewra ez xwe pir nêzîkî PDK dibînim. Niha ne endamê wê partîyê me, tenê dostekî wê û malbata Barzanî me û li ser vê bingehê jî, xizmeta bizava netewî ya rizgarîxwaza Kurdistanê dikim’‘ filan û bêvan.

Osmanê me di derbarê PDK-Bakur û bakurê Kurdistanê de jî lotikek qerase avêt û gotiye: „‘Niha li Bakurê Kurdistanê Partîya Demokrata Kurdistanê heye û xwedan cîyekî berfireh e. Li Bakurê Kurdistanê ji bo karê hizbî pêdivî bi partîyek mihafezekar heye, lewra eger jîngeha siyasî rê bide, dixwazim hizbek siyasî ya mihafezekar damezrînim. Niha li Bakurê Kurdistanê 3-4 partî bi navê Partîya Demokrata Kurdistanê hene, lê rewşa Bakurê Kurdistanê pêdivî bi siyasetek bi wî awayî tune û ew bê encam bûn. Lewra, niha li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi partîyek wek PDK bi serokatîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd  Barzanî heye, daku doza Kurd li Bakurê Kurdistanê ber bi pêş de bibe’‘ filan û fîstan.

Halla hallaaaaaaaa û ya siphan allah!

Kuro xwedêhişto, malava, ji sala 1965an ve KDP Bakur di bin serokatîya malbata Barzanî de xebata xwe dike, ka çi bi ser xist babam? Erê serokên sererd cuda bûn, lê serokê binerd her û her Barzanî û malbata Barzanî bûn kezebo.

Ji xeynî afirandina çentecî û postecîyan, çi mîrasek baş ji me re hişt? Ji xeynî parçebûn û paşdeçûnê, çi pêşketin ji me re kir?

Heke PDK-Bakur di nava 49 salan de bi serokatîya Barzanî heta bi îro hatibe û tiştek bi ser nexistibe, ma wê ji niha û pêde çi bi ser xe, ka tu nabêjî cîgerim?

Yanî wê hîna dewleta Tirk rê bide te, tuyê vegerî bakur, partîyek wek PDK mihafezekar ava bikî û bi serokatîya Barzanî xebata xwe bikî ne wilo!

Tew tew tew, kero nemir buhar tê, pîrê nemir gîha û pincar tê!

Ê de qewet be ji te re xalê Osman…

Colemêrg

About The Author