KERA HEFSARÊ XWE QETANDİN !

Xwedê teala hinek mirovê wisa afirandîye, guneh neyê nivîsandin ferqa wan û kera tune. Ku diaxivin ji devê wan ji bo xêrê tiştek dernakeve !

Bi dorpêçkirina Kobanî’yê hemû Kurdên bi rûmet û bi xîret rabûn pîya, gazî û hawara wan çû erşê ezîm; lê kesek nehat hawara wan !

eseko Kopie

Serok Barzanî xewa şevê li xwe heram kir, ji bo çareserîyê bi derfetên dîplomatîk bang li cîhanê kir. Tirkîye û Êran bi hevkarîyeke qirêj nehiştin alîkarî bê kirin !

Daxwaza rêdanê li Tirkîyê hat kirin, astengî derxist rê neda ku çek û pêşmerge biçin Kobanî’yê werhasil…

Emerîka hat qanî kirin, bi rêya hewayî cebilxane gihandin Kobanî’yê. Tirkîye mecbûr ma derîyê çûyîna pêşmerge vekir. Heta vir normal bû, piştî vê çareserîyê agir bi qûna “çepgir” û “hevaller”an ket, wek kera dest bi zirînê kirin !

Şagirtên Yalçin Kûçik kurê kûçik û Perînçek yên ku di medya û çapemenîya PKK’ê bi cîh kirine, dest bi kilamên “anti-emperyalizm”ê kirin ! Wek conegayên ku nişadir di qûna wan dane didin çirtik û zîtirkan…

Hefsarê xwe qetandine, hevalbendî û nêzîkbûna Kurdan bi awayekî bi vir û derewan berhewa dikin ! Kesekî van kera hefsar bike bi sinkekî qewîn ve girêbide tune ?! Yan jî van kera bi ewirînin bila biçin nav garana kerên Şam’ê.

 

About The Author