PDK-T KUK û wekî din…

bube_eserDema welat bindest be, dema mileteke di nava agir de be û dema malê xelkekî tim wêran bibe, divê ew xelk ew gel ji bona azadiya xwe hin rêxistinan damezrîne da ku bikaribe xwe ji bin nîrê bindestiyê azad bike. Loma jî dema kurdan xwestin xwe azad bikin PDK li her çar perçan hate demazrandin da ku ew jî bikaribe ji bona azadiya welatê xwe ji bona serbestiya gelê xwe pêk bîne kete nav kar û xebatê. Ji wê rojê de heta niha, kêm zêde karê xwe li her çar perçan dikir, kirî ye û hê jî dike.

Ev PDK ku hatibû damezrandin (1945) ji rojhilata kurdistanê destpê kir. Bere bere û hêdî hêdî şaxên xwe konê xwe li perçên din avakir û vekir. Loma jî vê partiya delal konê xwe yê azadiyê di 1967an li bakur Kurdistanê bi navê PDK-T vekir. Ew roja û heta roja îro bi vî navî karê xwe dike.

Li bakurê Kurdistanê ev partiya delal piştî salên 1970 xwe bêtir çalak kir û kete nava xebatên ku divê bibana. Ez bi xwe jî di sala 1973an weke berendam û sala 1975an jî bûme endamekî vê partiya hêja. Lê ez qet nebûm endamê komîta navendî û di kongra 1977an de jî beşdarî nekir. Lê ji bona ev kongre bibe min kar dikir. Ez di roja 2.1.1980 hatim girtin û 19.05.1982an ji zîndana bi nav û deng ya amedê hatime berdan. Di sala 1984an de jî hatime swêd û hê jî weke gelek rêvebirên xwe yên berê li vir dijîm.

Me jî weke kekên xwe yên ku piraniya wan mele, seyda bûn kar dikir. Lê piştî salên 70 li cihanê guherandinên bingehîn pêk hat. Ji wan guherandina yek Sosyalîzm bû. Wê sosyalîzmê li me weha kir ku em xwe şaş bikin û ji berjewendiyên gelê xwe bêtir yên xelkê din biparêzin. Loma jî wê demê hema hema hemû xebatên li welêt li gor wê sosyalîzmê dihatin meşandin. Em û civata me, em gihandibûn merhalekek weha ku kesên ne sosyalîstbana ne tiştek bûn.

Ji bona ku em jî bibin tiştek(!) me xwest ku em jî weke gelek rêxistinên heyî xwe biguherînin û bibin sosyalîst. Mele û seydayên di nava xwe de tasviye bikin da ku em rêvebiriya partiyê bikin. Ji bona wê jî em xortên wê demê yên endamên PDK-T xebitîn da ku kongreya partiyê pêk bînin û partiyê li gor demê biguherin.

Loma jî di kongreya sala 1977an de partî bû du beş em hin bûn KUK yên din jî li gor gotina wê demê mele û seydayên me jî man PDK-T. Li gor dema xwe bi rastî jî KUKê roleke baş lîst, pêşveçûneke hêja pêk anî. Xebatên me weha berfireh bûn ku êdî em pêre nedigihiştin ku xelkê xwe bi rêxistinî bikin.

Tam jî û di dema me ya herî ku em bi pêşvediketin darbeya 12 îlona 1980ê bi ser me de hat. Hin ji me ketin hefsê, girtîgehê hin jî reviyan dervayî welêt. Aha çi bû li vir ango li derveyî welêt pêk hat. Endam û rêvebiran hev baş nasîn. Hin endaman fêm kirin ku rêvebirên wan ne weke wan zana, jîr û jêhatîne, loma jî êdî hêdî hêdî perçebûnê dest pêk kir.Yanî wan rêveberin PDKT ji hev xistin êdî kar û xebatên wan bûne ku KUK ê jî tune bikin. Loma KUK jî kirin çend perçe û her rêvebirek an hin rêvebiran perçeyek bi xwe ve girêdan. Navekî çûda li xwe kirin û destbê xebateke nû kirin û kesek ji wan qet li xwe hay nebûn ku çi dikin.

Hin bûn xwediyê xwe û rêxistineke nû. Hin ketin nava Partiya Komist ya Tirkiyê. Lê piştî hilweşandina sistema sosyalîst ew kesanê di nava PKT li rêxistinên kurdî vegeriyan. Yên din jî li gor xwe rêxistina xwe ava kirin û karên li gor xwe kirin.

Piştî salên 1990î hin hevkarî çê bûn da ku yekîtiya hêzên kurdan çê bibe, lê bi van karan wan bêtir rêxistin xuliqandin. Her rêvebirekî KUK/PDKT yên berê êdî dest avêt kar da ku rêxistinekê damezrîne. Hinan PDKT bi navê PDK/Bakur zîndî kirin. Hinan jî rêxistina ku ji bona berjewendiya xwe ava kiribûn berdewam kirin.

Bi vî awayî em weke KUK bûne çend perçe yanî bi navê KUK/PDK/bakur/KUK/SE kar dihate kirin. Her hinan ji xwe re hin endam birin da ku kêmaniyên wan derneke û li ser wan munaqeşe nebe.

Lê çi mixabin piştî hilweşandina KUK û KUK Sê- hin rêvebirin van rêxistinan xwestin dîsa li gor xwe tanzimên nû pêk binin. Îmkan û rewş jî êdî ji vêre musaît bû. Rêvebir carekê bû bûn rêvebir û wan êdî nema dikarîbûn weke endam kar bikin. Çi kirin?

Hinan xwe di nava rêvebiriya PDK/bakur de zîndî kirin û ketin rêvebiriya wê. Hin jî hê weke rêxistineke bi çûk lê ya wî be û parastina xwe bi vî şiklî pê dikir. Piştî 2010an rewş bi temamî hate guherandin, çûyin û hatina welêt bû. Li Tirkiyê zagon hatin guherandin. Kurdî serbest bû bi navê Kurdistanê partî dikarîbûn bihatana damezrandin.

Ma li gor van guherandinan rêvebirin me yên PDKT, KUK û KUKsê dikarîbûn bê deng bimînin. NA ji ber ku ev li wan nedihat. Çi kirin?

Dest bi xebatê kirin û gotin: ”Em dixwazin bingeha KUKê zîndî bikin” her rêvebirekî an çend rêvebiran bi hevre yên li hevkirî ji xwe re çend endamên li gor xwe peyde kirin û dest bi xebatê kirin. Hin ji wan rêvebiran jî bi dizî piştgiriya hin ji partî û rêxistinên ku ji teref rêvebirên me de hatibûn damezrandin, kirin.

Taliya talî PDK-bakur (weke Platforma Demokratên Kurd PDK)bi awayekî destûrê damezrandin, ev gaveke baş bû. Gelek ji rêvebirên vê, rêvebirên me yên berê ne. Hin rêvebirên me yên berê jî PDKT bi awayekî destûrî li bakurê kurdistanê damezrandin. Ev jî gavek baş û hêja bû. Hin jî bi dizî piştgiriya wan dikin

Di van demên talî de çend partî û rêxistinên nû ji teref wan rêvebirên me yên berê de hate û têne damezrandin. Piştî çûyina hin ji rêvebirên me yên berê ya welêt, hin ji endamên berê û xelk hatin xêrhatin li wan kirin bi vê ketin rewşeke weha ku divê ew jî rêxistinekê damezrîne. Çend kesên ku berê ji wî/wan hez dikirin li dor xwe civandin li welêt û li ewropa gerandin da ku ew jî li gor xwe rêxistinekê damezrîne. Ji bona nivîs zêde dirêj nebe naxwazim navên wan û rêxistinên wan yek bi yek bidin. Lê maşallah ku niha tenê ew partiyên rêvebirên me yên berê damezrandinin, dikarin çend welatan azad bikin, lê ne kurdistanê…

Kurtasiya gotinê ev e: Rêvebirên me yên berê ên PDKT/KUK/KUKse. Li hev nekirin rêxistin û partî ji ber meseleyên xwe ên şexsî perçe perçe kirin. Kesekî ji wan rexne li xwe negirt û sedema ji hev perçe bûnê negotin. Her weha tu endaman jî ev hesab ji wan nepirsî. Ev yeka ji wan re ma loma niha ji vê cesaret girtin û her yek ji wan dixwazin rêxistinekê qaşo ji bingeha PDKT KUKê damezrînin û karên siyasî û rêxistinî ji nû de bimeşînin.

bube_eserDi rewşa îro de ku pêwîstiya gel ji yekîtiyê heye û van rêvebirin me yên berê jî dixwazin bêtir belavbûnê bînin. Ma gelo ev tiştekî normal e? Sedem ji ewqasî rêxistinên ji yek bingehî tên, çi ye? Piştî 20/30 salan ji nûde dest bi karê rêxistinê kirin, çawa ye û tê çi sedemê?

Ma em neheqin ku ji wan vê pirsê bikin: ”Madem hûn ewqasî xurt, jêhatî, kêrhatî û zîrek bûn. We çima ew rêxistina ewqasî bingeheke wê ya dîrokî û endamên xwe hebûn ji hev perçe kir û niha jî hûn her yek an çend kes bi hevre dixwazin rêxistinên nû damezrînin? Ma hûn bawerin ku ev rêxistinên ku hûn dixwazin ji bona berjewendiya xwe damezrînin wê fêda wan ji bona azadiya kurdistanê hebe?

Divê êdî endamên hemû van rêxistinên ku ji teref rêvebirên me yên berê bûn û dixwazin rêxistineke nû damezrînin û bi van weke dema berê karên xwe yên sexsî bimeşînin, bifikirin. Bifikirin û bibin xwedî hesab. Bi mêranî hesabên xwe yên di hefsê de, yên di perîşaniyê de derbas bûne, bipirsin. Hema bi gotina wan nekin. Nekevin ser rêyan û dest navêjin xebateke ku weke ew rêvebir dixwaze.

Heger bi rastî jî hûn rêvebirên me yên berê, dilsoz û demokratin, bi rastî jî hûn dixwazin xizmeta gelê xwe bikin, wê demê bibin yek da ku ji we bê bawerîkirin. Heta ku hûn nebin yek û hesabê xwe nedin, ji ber kêmanî û şaşiyên xwe rexne li xwe negirin,divê kes ji we bawer neke û nedin dû we da ku rêxistineke ji bona berjewendiyên we neyê damezrandin. 21.10.2014

Têbinî: Ez damezrandina Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê pîroz dikim. Hêvîdarim ku wê karên baş ji bona gelê xwe bikin. Kî li gor rêbaza milet kar bike ewê bi serkevin. Kî ji dil neteweyî bin ewên bi serkevin. Serketin jî ne bi gotinê bi çalakiyan dibe…

About The Author