Mêrên Kurd bûne darên riziyayî, wey weleeedddddd!

Li gor fitne û fesadên başûrê Kurdistanê dibêjin, mêrên Kurd bûne darên riziyayî û ji jinên xwe lêdanê dixwin. Ne tenê lêdanê dixwin, herweha rebenan tên kujtin jî. Wey weleeeedddd li halê me zilaman wey weled!

Berê digotin „Jin darên şikestî ne“. Lê xuyaye dem û dewran hatiye guhertin, îcar zilam bûne darên şikestî. Ne tenê darên şikestî, bûne darên riziyayî û jihevdeketî jî.

Li gor tê gotin, li başûrê Kurdistanê gellek mêrên Kurd ji jinên xwe lêdanê dixwin û tên kujtin. Bi taybet zilamên ku yextîyar bûne û hew kîrê wan radibe, dikevin ber lotik û zîtirkên jinên xwe, kotek û lêdanê dixwin, tên kujtin û ji malê tên qewirandin.

merledan2

Di vê derbarê de Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zilamên Kurdistanê Burhan Alî ji BasNewsê re diyar kiriye ku “Li gor amarên Komisyona Şopandinê ya rêxistina zilaman, di 9 mehên derbasbûyî de (01.01.2014 heta 01.10.2014) li Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Kerkûkê 376  haletên tundîyê li hembar zilaman rû dane.  Ji wan 48 jê zilaman xwe kuştiye û 5 zilam jî ji alîyên jinên xwe yan jî kesên din ve hatine kuştin.”

Ev rêxistana yekem a parastina mafê zilaman e ku li Herêma  Kurdistanê hatiye damezirandin û ji hikûmeta Kurdistanê îcazeya fermî wergirtiye.

Li gor amarên Rêxistina Zilaman, her sal  tundîya li hember zilaman li Kurdistanê zêde dibe. Rêjeya tundîyê sala 2012an, 156 halet bûn û sala 2013an jî 261 haletên şîdetê li hember zilaman rû daye.

Li ser sedema xwekujîyê, Burhan Alî gotiye: “Sedema yekem ya xwekûjîya zilaman rewşa aborî ye û duyem jî pirsgirêkên civakî û derûnî (piskolojî) ne.”

Di vê derbarê de civaknas Hêmin Abdulqadir anîye zimên ku “Endamên malbatê bi piranî tundiyê li dijî wan zilamên ku pîr bûne bikar tînin. Ji ber ku êdî rola wan di nav malbatê de kêm bûye, ji mêranî ketine û hew kîrê wan radibe” filan û bêvan.

Werhasilî kelam, li başûrê Kurdistanê mêr bûne darên riziyayî.

Lê piştî ku hevserokatî û azadîya jinê bi pêş ket, li bakurê Kurdistanê mêr di çi halî de ne, ez nizanim.

Ê de xwedê sebrê bide zilamên Kurd rebbî!

Dihok

merledan

merledan4

merledan6

About The Author