Çû heyfa bavê, qûna dê li ser kir

 

Selahattin Aydin efendî bavê 5 zaroka ye, 65 kîlo ye û hema bêjin çerm û hestî ye.  Selo efendî kiriye û nekiriye zora dilê xwe nebiriye. Dilê wî ketiye keçikek qelew û 110 kîlo. Erê keçik gewr û xweşik e, lê 110 kîloye û ji bo meriv wê birevîne, yan divê tirektorek hebe, yan jî qemyonek. Ma kes kare mala xwe biviritîne û keçikek 110 kîlo li pişta xwe ke û wê birevîne law?

Axir, kîrê Selo efendî li keçika 110 kîloyî rabûye û xwestiye keçikê birevîne.

Êêêêêêê, ma kesek 65 kîlo kare keçikek 110 kîlo qelew birevîne?

Ma gunikreşên wilo hene?

Axir, ji berê de dibêjin „filankeso çû heyfa bavê, lê qûna dê jî li ser kir“.

kiz kacirdi

Îcar ev jî mesela me û Selo efendî ye.

Selo begê 65 kîlo û çerm û hestî xwest keçika 110 kîlo birevîne, lê rebeno di bin keçikê de terpitî, ket û hew ji bin rabû. Wek çûkek têkeve bin fîlekê li Selo efendî hat. Hem nikarîbû keçikê birevîne, hem jî çend parsûyên wî şikestin û hem jî rezîl û riswa bû.

Îcar ev jî mesela me û hinek rêxistin û partîyên me yên bakur e.

Hinek rêxistin û partîyên me yên bakur di dema xwe de (salên 1980 î) wek keçika 110 kîlo qelew bûn, xurt bûn, li ser xwe bûn, hêz û qiwet bûn. Piştî ku rêxistin û partîyên xwe tarûmar kirin, kevir li ser kevir nehiştin û tirr di qûna wan de nema, îcar radibin ji nû ve partîyan ava dikin û xwe dixin bin barek wek barê Kurdistanê giran.

Olan oxlim, wek mesela Selahattîn Aydin efendî hatiye serê we law.

Hûn bi qûna tazî tembûrê dixwazin!

Hûn 65 kîlo ne, lê hûn xwe didin bin barê 110 kîloyan!

Hay ji xwe û parsûyên xwe hebin qurban…

Heke wek Selo efendî parsûyên we jî di bin wî barê giran de neşikên baş e wesselam…

Amed

 

 

About The Author