Wêne derewan nakin

Belê, wêne û dîmen derewan nakin. Li van herdu wêne û dîmenên pêşmerge û şervanên YPG baş binerin.

Gelo hûn vir û derewan di van dîmenan de dibînin?

Gava pêşmerge derbasî Kobanê bûn, şervanên YPG bi dilekî germ, bi dilekî Kurdewarî brayên xwe hembêz kirin. Êdî herdu bra, pêşmerge û YPG mil bi mil li dijî dolheramên DAÎŞê şer dikin û şehîd dibin.

pesgerilla

Lê ev dîmenên bratî û Kurdistanîbûnê li zora hinek alîyên Kemalîst û xêrnexwaz tê. Li qûna wan zor tê ku pêşmerge û YPG wek yek dil û yek ruhî tevdigerin.

Endamê Serokatîya KCK cîgerim Mustafa Karasû çi gotibû?

Gotibû: „Dewleta Tirk (hikûmeta Erdogan) ji bo ku pêşmerge û PKK bîne hemberî hev pêşmerge şandin Kobanê“ û nerazîbûna xwe anîbû zimên.

Ê de ka baş li van herdu dîmenan binerin.

Binerin û bêjin bê dîmen derewan dikin, yan abêmiz Mustafa Karasû…

Kobanê

kobaPêşmerge û şervanê YPG

About The Author