Çepîtî û welatparêzî

ardaJi bo kes, civak û gelên ku tiştekî wanî zêde wenda bikin nemabe, tevlîhevî, alozî û tengasiyên bi vî rengî, bedêl giran bin jî, dikarin ji xêrê re bin

Ji zêdekirin û pesindanê pir wêdetir, bi gotina herî sivik, berxwedana dîrokî ya li Kobaniyê hemû cîhanê li xwe heyirî hişt. Dilê dostan, cîhana pêşverû û gelên bindest xweş kir û ji bilî dewleta tirk, hemû yên mayî jî neçar man li ber mezinahiya dîrokî ya vê berxwedanê rêz bigirin û bipejirînin.

Ji bo kes, civak û gelên ku tiştekî wanî zêde wenda bikin nemabe, tevlîhevî, alozî û tengasiyên bi vî rengî, bedêl giran bin jî, dikarin ji xêrê re bin. Ew girêdayî wî kes, civak û gelî ye ka xwe ji demên wiha re çendî amade kirine. Gelê kurd, di dema Şerê Yekem ê Parvekirina Cîhanê (Zêdetir jî parvekirina Rojhilata Navîn) de, ne ji aliyê civakî ve, ne ji aliyê giyanî ve, ne ji aliyê leşkerî û rêxistinî ve ne amade bû. Hêzên ku wê demê di nav şerê parvekirinê de bûn jî vê rastiyê didîtin û li gor vê rastiya kurdan nêzîkahiyek(!) jî bi wan re danîn.

Tişta ku îroj dibe, ji dema Şerê Yekem ê Parvekirina Cîhanê zêde cudatir nîne. Aktor jî, armanc jî bi giranî yek in, lê lîstik, rê û rêbaz û çek(!)ên têne bikaranîn hinekî cudatir in. Cudahiyek din jî heye ku ew jî kurd in û ev cudahiya herî mezin û grîng e. Lewra kurd di vî şerî de ne berik û lîstokên li destên dijminên xwe ne, lê aktorên sereke yên bi vîn û destên xwe ne. Ya bingeha vê pêvajoya dîrokî û berxwedana bêhempa ya Kobaniyê afirandiye û amade kiriye jî, her ev vîn û bidestêxwebûn e.

Dîrok xwe dubare dike. Kurd îro car din bûne pêşeng û hêvî ji bo hemû gelên bindest ên li herêmê dijîn. Her wiha bûne pêşeng, hêvî û mînaka berxwedêriya mirovahiyê. Ji lewre ye ku îroj bala hemû cîhanê di kesayetiya berxwedana bêhempa ya Kobaniyê de, li ser gelê kurd û bi taybet jî şervanên YPGê û YPJê ye.

Yek ji encama herî grîng a vê berxwedanê jî, xurtbûna giyana netewayetî ya kurd e. Bi çûndina pêşmergeyan a Kobaniyê re, ev giyan hîn xweşiktir xemilî û bû hêviyeka xurt ji bo yekîtiya hêz û partiyên kurdan ku ev xiyala her kurdekî dilsoz e.

Pêvajoya berxwedana Kobaniyê bi xwe re pir tiştî zelal kir. Li gel rewşa hin kurdên ”welatperwerên resen ”, rewşa çep û sosyalîstên tirk jî bi vê pêvajoyê re hîn zelaltir bû. Li kîjan welatî ev berxwedana mezin rû dabûna, hemû çep û sosyalîstên wî welatî û welatên cîran, dîsa çep û sosyalîstên welatê serdest dê pir zêdetir û aktîftir xwedî li wê berxwedanê derketibûna û di nav de cihê xwe girtibûna. Ji komek kesên bi şeref ku îroj di nav şer de ne û hinek ji wan jî şehîd ketin pê ve, çepên herî xwe nêzî Tevgera Kurd dibînin jî, ji ”aqildan”ê pê ve tiştekî din nakin. Lawaziya xwe di bin siya berxwedana gelê kurd û Tevgera Azadiyê de vedişêrin û bi taybet jî yên bi tenê dinivîsin û bi tenê diaxivin, xwe ji ser me ve tetmîn dikin.

Ev kes û derdor, îroj jî ji nêzîkbûna partiyên kurd û geşbûna giyana netewayetî ya kurd aciz in. Bi jargon û mêjiyê salên 70yî, hewl didin bi kurdên dilsoz bidin bawerkirin ku, “yekîtî û giyana netewayetî ne tiştekî başe. Hele alîkariya hêzên împeryalîst (Alîkariya leşkerî ya Hêzên Koalîsyonê) malxirabî ye.” Bêyî ku bixwazin bibînin, îroj tişta herî zêde pêwîstiya kurdan pê heye, ev in!. Bêyî bixwazin bînine ziman ku hevkariya hêzên cîhanê bi gelên bindest û sosyalîstan re, li dijî hêzeka ku ji bo her du aliyan jî êdî metirsî ye, ne mînaka yekem e di dîrokê de!. Lê dema dor tê ser kurdan, ev dikare bibe “qebehet” û van malkambaxiyan di bin nave dostaniyê de dikin. Malxirabiya herî mezin ku ev kes û derdor, vê “dostanî”yê dîsa bi derfetên kurdan dikin. Mîna her tevger, partî, organîzasyon, sazî û dezgehî, Tevgera Azadiyê jî pir xwezayî ye ku ji xwe re li hevkariyan bigere, hevkariyan ava bike. An jî, bi kêmasî, dijminên xwe kêmtir bike, bêyî ji armancên bingehîn tawîzan bide. Loma jî xwezayî ye ku bi hin çepên tirk, partî, sazî û dezgehên wan re hin hevkarî têne danîn. Heya vê derê temam. Lê tişta ne xwezayî ew e ku, dema em gavên vê hevkariyê davêjin, bi psîkolojiya gelê bindest davêjin û dema ew tên nava me, bi psîkolojiya gelê serdest tên. Çêpîtiya wan û gotinên wan ên qirase gelek caran vê rastiyê naguhêre. Loma jî, li şûna ku tevger ji vê hevkariyê sûd werbigire, bêtir ew kes û derorên ku ji bilî qada Tevgera Azadiyê pê ve êdî nikarin dengê xwe bigihêjînine tu deverekî, ji vê hevkariyê bêtir “sûd” werdigirin û bi ser de wêrekiya aqilmendiya kurdan nîşan didin.

Tişta herî kêm ku kurd pêdiviya wan bi taybet jî îroj pê heye, aqilê van çep û sosyalîstan bi xwe ye. Bila li xwe binihêrin, dê baş bibînin welatparêzî û çepîtî ne du têgihên li dijî hev in. Eger dixwazin bi rastî başiyek bi vî gelî bikin, bila hay ji zimanê xwe hebin û ji hest, xiyal û daxwazên vî gelî re bi rêz bin bes e. Dijberî vê ne xêrxwazî, lê tiştekî din e.

Em kurd êdî baştir dizanin, em heya biratiyek rast di nav xwe de ava nekin, nikarin hevkarî û dostaniyeka rast bi gelekî din û bi taybet jî bi gelê serdest re ava bikin.

Amîda Kurd

About The Author