Kek Nêçîr serweta xwe eşkere kir!

Li ser bextê fitne û fesadên parlamentoya Kurdistanê û xelkê Hewlêrê be, dibêjin serokwezîrê germik û nermik kek Nêçîrvan Barzanî serwet û sermiyanê xwe ji Desteya Destpakîya Herêma Kurdistanê re eşkere kiriye.

Serokê Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer gotiye ku „Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî forma ku me ji bo eşkerekirina sermiyanê wî dabûyê, tijî kir û ji me re şand“.

Dr. Ehmed Enwer nexwest tu agahiyan li ser naveroka formê û serweta Nêçîrvan Barzanî bide û wiha axivîye: “Ji ber ku Desteya Destpakiyê serwet û sermiyanê tu berpirsekî eşkere nake, tenê wê çavdêriya serweta wan bike” filan û fîstan.

?????????????????????????????????????????????????????????????????Êêêêêêêêê, Dr. Ehmed Enwer eşkere nake, ma Lotikxane jî eşkere nake kaka!

Ma tiştek ji ber lotikên sîxurên me xelas dibin?

Axir, piştî vê lotikê, sîxur û ajanên me yên li Hewlêrê ketin nav livbazî û kefteleftek mezin, bi kelecan dan dû serweta kek Nêçîr.

Piştî lêkolîn û dizîya belgeyên parlamentoyê, sîxurên me forma ku kek Nêçîrvan Barzanî dagirtibû û radestî Desteya Destpakîyê kiribû, bidest xistin.

Li gor sîxurên me radigihînin, serweta kek Nêçîrvan Barzanî ev e:

– Xanîyek ji kelpîçan (têde kalorîfer û sotemenî jî tune).

– Pisiqlêtek model 1981

– 3 mirîşk

– 2 dîk

– 4 elok

– 6 bizin û nêrîyek

– 2 çêlek û ciwangeyek (conega)

– 3 çewal genim

– 5 kîs savar

– Çewalek dendik û mewîj

– Di bankayê de 230 dînarên Iraqî

– Trimbêlek Monîca model 1946 ( ku du dolabên wê teqiyane û motorê wê jî teqlan dide xwe).

Belê gelî xwendevanan..

Aha serwet û sermiyanê Nêçîrê me ev in.

Yanî, serwet û sermiyanê kek Nêçîr bi „bizinekê“ ji serweta Lotikxanê zêdetir e.

Serweta Lotikxanê 5 bizin in, ê Nêçîrê me 6 bizin in wesselam.

Ê de li ser xêrê be qurban, ma ka ji vê serwetê mezintir û dewlemendtir kaka!

Hewlêr

About The Author