Sertaç Bûcak serê Hemîd, Tahsîn, Yûnûs û kesekî din xwar, wey weleeeddddddd!

Belê, zewaca bi darê zorê nabe. Encama zewaca bêdil dilmayîn û hevduberdan e.

Îcar zewaca girgirekên Platforma Kurdên Demokrat jî zewacek bi darê zorê bû, zewacek bêdil û bê hezkirin bû.

Berî niha hinek ji endamên meclîsa PDK bi belavokekê lotikek qerase li serokê xwe Sertaç Bûcak xistibûn û gotibûn „êdî tu resmîyeta wî nemaye, hew kare PDK temsîl bike“ filan û fîstan.

pdk p Kopie

Êêêêêê, ma Sertacê me û grûpa xwe di bin vê lotikê de dimînin? Na..

Li ser bextê fitne û fesadên nava meclîsa PDK be, li gor sîxurên me yên di nava meclîsa PDK de dibêjin, meclîsa PDK civiyaye û di civînê de Sertaç Bûcak û grûpa xwe bi mîrkutan rabûne ser serê wan kesên ku di derheqê wî de belavok belav kirine û ew ji PDK îxrac kirine.

Balkêş e, kesên ku îxrac bûne ji bingeha KDP tên û kesên ku KDPî îxrac kirine jî ji bingeha PSKî û hinek grûpên din tên.

Ango, mêvanan berda mazûrvanên malê.

Li gor sîxurên me dibêjin, kesên ku ji PDK hatine îxrackirin ev in:

Hamîd Kiliçaslan, Tahsîn Sever, Yûnûs Altan û kesekî din.

Wey weleeeddddd û 101 carî dîsa wey weled!

Çawa meriv ji bav û kalên xwe de KDPî be û ji alîyê kesên ku ne KDPî ne bê îxrackirin kuro!

Ma ji vê sosretê mezintir sosret heye law!

Werhasilî kelam, bawer bikin yê ku herî zêde em li ber ketin xalê me Hemîd Kiliçaslan bû.

Yanî Hemîdê me çawa da dû xalê me Sertaç Bûcak, çawa PSKî kirin serokên xwe, em hîna jî fêhm nakin.

Ma te nizanîbû go ji 1992an û virve alerjîya hinek PSKîyan li hember KDP û KUKçîyan heye xalê Hemîd?

Ma tu yê vî halî bû xwedêhişto!

Ê de derbasbûyî be qurban……

Heke nêta we û xebatek Kurdewarî hebe, kerem bikin têkevin nav refê Partî Demokratî Lotikxane (PDL) û ji wî ezabê qebrê xelas bin û hûn sax…

Qoser

kdpden

About The Author