Stratejiya Misyonerên Tirk

Ev demek e û lê bi taybet jî piştî civînên Dihokê di navbera hêzên Rojavayê Kurdistanê de bi lihevhatinê bidawî bûn, çend nivîsên bi tundî û eşkere li dijî yekîtî û hevkariya hêzên Kurdistanî di rojnameyên Ozgur Gundem û Ozgur Politikayê de hatin weşandin. Bi midaxaleya hêzên hevpeyman ya ezmanî li hemberî DAÎŞê û bi çûna Hêzên Pêşmerge ya Kobaniyê êrîşên li ser hevkariya hêzên kurd û hevakariya hêzên navnetewî zêdetir bûn. Mixabin herdu rojname jî weke rojnameyên nêzî PKKê têne qebûlkirin û pirraniyeke zêde xwendevanên wan Kurd in.

Xwedî û nivîskarên van gotarên ku rasterast berê xwe didin, Yekîtiya hêzên Kurdistanî ya navxwe û hevkariya bi hêzên hevpeyman, çepgir û komînîstên tirk in. Mixabin ev kesên ku di nava civaka xwe de ne xwedî tu rûmet û gotinekê ne, nikarin şivantiya sê berxikan bikin, weke dewleta xwe ya kolonyalîst xwe Efendiyên miletê Kurd, rênas, jîr, zîrek rêber dibînin. Çewa kolonyalîst xwe navenda şaristaniyê û welatê dagir dike ji şaristaniyê bêpar dibîne û hatina xwe bi anîna şaristaniyê bisebeb dike, pirrayiya rewşenbîrên wan jî ne kêm û ne zêde wilo, li Tevgerên dijberê dagirkeriyê, tevgerên serhildêr, tekoşer û rewşenbîrên wê dinêrin. Ew zana ne, em nezan, ew mamoste ne, em şagirt, ew perwerdekar in, em cahil û hewceyî aqilê wan in.

Bêguman qurretiya çepgir û rewşenbîrên Tirk, ji aliyê wan biçûkdîtina Tevger û rewşenbîrên kurd ne tiştekî nû ye. Heke bê gotin li her çar parçeyên Kurdistanê pêwendiya tekoşîn û hêzên Kurdistanî û tevger û rewşenbîriya çep û komunîst pirr hindik di heman astê de ye, ne şaş e. Li Bakurê Kurdsitanê şovenî û çavnebariya tevgera çep ya tirk di helwesta wê ya derheqê Tevgera Şêx Seîd de dest pê dike. Sebebê ji aliyê Komînterê binavkirina Tevgera Şêx Seîd weke tevegereke îrtîcaî û hereketeke bi tehrîka Îngilîzan, Partiya Komunîst ya Tirkêyeyê ye. Bergeha tevgera çep her ev bû ye; Pirsa kurd parçeyek ji pirsgirêka çînî ye, ew ê şoreşeke sosyalîst çêkin û bi vî awayî jî pirsa kurd çareser bikin. Jiber vê yekê jî ne hewce ye Kurd cihê xwe birêxsitin bikin û Kurdê bîatî wan neke jî Kurdê cudaxwaz e.

Jiyan û dînamîkên Kurdistanî raman û helwesta çepê tirk pûç kir. Tevgera Kurd bi rêya xwe de meşiya, çepê tirk teslîmî Kemalîzma şoven û nîjadperest bû. Vêja Misyoner derketin. Misyoner xwe weke dostên milet û tevgerên kurd didan nasîn û lê di eslê xwe de bi konsepta dewleta xwe tevdigeriyan. Yek ji Misyonerên herî xirabker Yalçin Kuçuk bû. Kuçuk bi salan di nava medyaya PKKê de bû. Tê gotin ku tesîereke wî ya zêde li ser Med TVyê hebûye.

Kuçuk bi eslê xwe ereb e. Camêr li Tirkiyeyê hatiye dinyayê. Ewropa dîtiye, li Parisê û Kolnê jiyaye, lê di jiyana xwe de cara pêşî xwe li welatê dîktatorekî, li Sûriyeyê, li Şamê di bin sîwana rejîma Beasê de azad ! hîs kiriye. Kuçuk li Tirkiyeyê Kemalîst, li Sûriyeyê Beesî ye, ew dizane ku herdu jî eynê ne. Kuçukî him di nivîsên xwe û him jî di axftinên xwe de stratejiya xwe li ser sabotekirina têkilê û pêwendiyên hêzên Kurdistanî û parçeyên Kurdistanê avakiribû. Helbet ne mumkin e ku faktorên dinê jî tune bin, lê heke em şerê PKKê û PDK-Iê, PKKê û YNKê ên salên 1990î bibîra xwe bînin, tê dîtin ku Kuçuk ji aliyê xwe misyona xwe bicîh anîye. Ji xwe roja Kuçukî hemû belgeyên xwe, vîdeoyên xwe xistin bin çengê xwe û vegeriya Tirkiyeyê û ew hemû teslîmî dozgeriya dewletê kirin, li xwe mikur jî hat ku ew mamur û wazîfedar bû. Paşê Kuçuk kalpaxa Mustafa Kemala Ataturkî da serê xwe, derket televizyonan û bi serbilindî got, wî Kurd ji fikra serxwebûnê bidûrxistiye û wê rê libergirtiye ku PKK bikeve himbêza Barzanî û Amerîkayê.

Ji bo karekter û xusûsiyeteke hevbeş yê çepgirê tirk û ereb e, dixwazim çend hevokên ji parêznameya wî ya doza Ergenekonê û axaftinên wî ên televizyonê neqlî vir bikim.

„“ Li vî welatî bikaranîna gotina Kurd qedexe bû. Min pêşiya vê yekê vekir. Jiber vê yekê Kurd weke bavê xwe ji min hez dikin. Kurd coleka mêşinan bûn, me ew kirin welatiyên wekhev ên Komariyê!““[1]

„“ Kî naxwaze Tirkiye biçûk bibe, divê li hemberî Barzanî şer bike.Divê em Kurdan ji destê Şêx û Axeyan xilas bikin û bikin welatiyên her baş…Li ser min ferz e ku ez di tekoşîna hemberî Barzanî de li gel Kurdan bim. Me Kurd ji destê Şêx û Axeyan rizgar kirin. Nabe ku em pirsa Kurd teslîmî Kurdan bikin. Heke hûn ji wan re bihêlin an ew bi deholvan an jî bi zirnevan re biçin ! *“[2]

Nizanim kîjan ji wan bêtir xirabî kiriye, lê yekî dinê ku herî zêde zirar daye doza miletê kurd Dogu Perinçek e. Kuçuk ji aliyê Kurdan nedihate nasîn. Li derûdora xwendekaran û helbet ên kurd jî populer bû. Lê Perînçek hê beriya 1980-yî weke ajanekî dewletê tevgeriya bû. Rojnameya wî Aydinlikê kadroyên şoreşger û welatparêz, bi wêne û navnîşanên wan, rêxsitinên çep û Kurdistanî jî bi navên berpirsiyarên wan teşhîr dikir. Bi rêxistina faşîst û nîjadperest MHPê re li hemberî çepigirên tirk û rêxistinên kurd hevkarî dikir. Bi wan re êrîş dibirin ser van hêzên. Ev xusûsiyetên wî tev dihatin zanîn. Hemû rêxistinên çep ên Tirkiyeyê û hêzên Kurdistana Bakur ew ajanê dewletê didîtin.

Perinçek û hevalên xwe heta darbeya eskerî ya 1980-yî ji hêzên çep, şoreşger û Kurdistanî tecrît bûn, kesî ew weke grûbeke çep qebûl nedikir. Kesî pênc kuruş tê nedida. Perînçekî di dawiya salên 1980-yî de tecrîta xwe bi pêwendiyên PKKê û bi taybetî jî bi Abdullah Ocalanî re şikand. Êdî bi saya wan derdiket nava hêzên çep. Her tiştê kiribû jê re mabû. Ajantiya wî hatibû jibîrkirin. Perînçekê nikaribû nigê xwe bavêje Kurdistanê li gelek bajarên Kurdistanê xwenîşandanên girseyî lidarxist û wî jî weke Yalçin Kuçukî di her fersendê de li hemberî statukoya Kurdistana Başûr û birêveberiya wê devdirêjî kirin. Çi bêtalihiye ku Kurdên herî zêde zirar ji Perînçekî dîtibûn, ew bi destên xwe şûştibûn, pak kiribûn û dîsa derxsitibûn qada siyasetê.

Perînçekî jî piştî girtina Ocalanî fena Kuçukî gotibû ew ji bo Ocalan û PKK nekevin himbêza Amerîkayê û nakokiyên navbera PKKê û hêzên Kurdistana Başûr kûr bikin û ji bo selametiya dewleta tirk sûd ji vê nakokiyê bigre, nêzî Ocalan bûye. [3]

Çendî rast in nizanim, lê Îddîa hene ku Perînçek bûye sedemê kuştina bi sedan gerîllayên PKKê. Rola wî ya di şerê birakujiyê de jî ji ya Yalçin Kuçukî nekêmtir e. Bi qenaeta min ji bo zirara van herdu misyoneran daye tevger û miletê kurd, lêkolîneke pirralî û bi rêk û pêk pêwist e.

Niha Perînçek û Kuçukên virnî derketine. Hin ji wan şagirtê Yalçin Kuçuk in, hinên dinê hevalên Dogu Perînçekî ne. Weke misyona Kuçukî û Perinçekî dabin ser milên xwe tevdigerin. Her ku îtîbara serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di nava civata navnetweî de bilind dibe, ew ji qehran re dimrin, dîn û har dibin. Qêrîn û feryad dikin, dibêjin: „Wê bi destê DYAyê li Kurdistanê Îsraîleke duyem bê avakirin!“ Lê bibîra xwe nayînin ku dewleta wan ji aliyê Fransî û Îngîlîzan hatiye damezrandin, bibîra xwe nayînin ku generalên ordiya wan di dawa Amerîkiyan de mezin bûne, bibîra xwe nayînin ku dewleta wan endamê NATOyê ye, bibîra xwe nayînin ku bi dehan peyman di navbera dewleta wan û Îsraîlê de heye, lê her mafbidestxistieneke miletê kurd, her pêşveçûneke li Kurdistana Başûr bi Amerîkayê û Îsralê ve girêdidin.

Rast e ku di siyasetê de bergeha îdeolojîk teng e, pirrê caran şert û mercên nirxandineke objektîf ji holê radike, lê ya wan ji dijbertiya mafên miletê kurd e. Dijbertî û dijminantiya îdeolojîk ya li hemberî DYAyê û ya olî û nîjadperest li dijî Îsraîlî weke dafikekê datînên pêşiya Kurdan. Bi rojan gotin Kobanî, lê roja DYAyê sîleh ji hêzên YPGê re avêtin, qudûmê wan şikest. Roja hezeke Pêşmerge çû Kobaniyê behsa ketin û têkçûna Kobaniyê kirin. [4] Divê her Kurdek bizanibe, ew ne neketina Kobaniyê ne jî azadiya Kurdistanê dixwazin, tiştê ew dixwazin ev e ku Kurd her şer bikin, keç û lawên me bêne kuştin û ew jî destên xwe di hev bidin. Ku ne wisa bûna, kîjan aqil dikare li hemberî sîlehdana DYAê û çûna Pêşmerge ji bo alîkariya birayên xwe û hevkarî û yekîtiya hêzên Kurd derkeve ? Yek ji van kesên ku çima DYAyê di hewra Kurdan de hatiye, kirasê xwe diçirînin, bi vî rengî li hemberî midaxaleya DYAyê ya Yoguslavyayê derneket, yek ji van kesên ku îro dewletbûnê li miletê kurd re heram dikin, li hemberî dewleta Bosnayê derneket. Tev jî bi hiraret serxwebûna Filistînê diparêzin, lê ji bo Kurdan dewletê tiştekî pîs dibînin.

Di serda jî camêr xwe ew çendî xwedîmaf dibînin ku daxwaza eşkerekirina xalên Hevbendiya Dihokê dikin. Weke xwediyê malê bin, dibêjin; „Bila xalên encamê civîna Dihokê eşkere bikin, em ê li wê gorê biryar bidin bê PYD teslîmê DYAyê û PDK-Iyê bûye an na!“ Camêr dibêjin Kobanî bira bi hêza xwe di berxwe bide. [5] Bi vê yekê berê YPGê didin mirinê, ew mirinê dikin para keç û xortên me û ne tiştekî dinê. Xwedê kirî gotinên wan bi qasî li ba Kurdên Bakur pere dike, li ba YPGê pere nake. Xwedê kirî hêza wan negihaşt pêşî li hevkariya hêzên Rojavayê Kurdistanê bigrin. Xwedê kirî niha be jî nikaribûn Hêzên Gerîlla û Hêzên Pêşmerge berî hev bidin. Niha dil dikin qe nebe pêşî li Yekîtiya hêzên kurd bigrin. Ev ne hewldaneke tercîhî, hewldaneke bizanebûn e. Ew dizanin ku yekîtî wê miletê kurd bêtir nêzî erk û armancên wî bike. Ew dizanin ku yekîtî ji bo miletekî welatê wî dagirkiri ye, çi ye. Armanca ê herî başê wan jî li ser navê berjewendiyên dewleta tirk, bi zirereke herî kêm girtina vî hisabî ye.

Ev çepgirên dumahîka muxbîrên Komînterê û nasyonal -sosyalîstên Aydinlikê vê curetê, helbet ji qisûr û zeafên me, di xwe de dibînin. Ku kurmê darê ne ji darê bûya ew ê bi vê kustexiyê tev negeriyana.

Kurdinfo

About The Author