Devliken Kelogirî

Rojekê ji rojan camêrek li Rihayê dihere meyxaneyekê.
Ji êvar de heya nîvê şevê qedehekê li ser qedehekê vedixwe; zik li xwe dike meşk û serxweş dikeve.

Radibe ser xwe û berê xwe dide malê. Lê berî ku bigihêje malê, mîz zorê didê. Bi wê serxweşiyê çavê xwe li taldeyekê, li ciyekî xewle digerîne.
Qey aqilê wî jê re wanî dibêje, dihere kîrê xwe dixe qulika dîwêr û dimîze.
Ji qudra Xwedê re çima ew qul jî ne qulmoz e. Ku kîrê xwe ji qulikê dikişîne, kîr lê werimiye. Wê kêliyê ji sexweşiyê zêde bi êşa xwe nahise.

Tê malê, derî vedike ku jin bi çar çavan li bende ye. Rasterast berê xwe dide nav nivînan. Û ew û jina xwe pev şa dibin.
Di wê kêliyê de jin çawa çav li kîrê wî dikeve, ziman ji dev dikişe, ecêbmayî dimîne. Têr dinin hev û kêfeke xweş dikin.

Dibe sibe ku camêrê me çavê xwe ji xewê vedike, nuh bi êşa xwe dihise.

Ji ber êşê nake der û berê xwe dide doktor.

Camêr dibêje, doktor beg, kîr li min werimiye û diêşe, lê doh ji zewq û kêfê heya destê sibê jî min û jina xwe kêfa belek kir. Ji kerema xwe re, êşa wî deyne, lê werma wî daneyne, bila wek xwe bimîne…

About The Author