Mîrê pisîkan dest bi lotikên Kurdî kir

Belê, lotikvanê Tirk û mîrê pisîkên memikmezin Adnan Oktar, di Twîtrerê de piştî Tirkî û Ingilîzî, îcar jî dest bi lotik û zîtirkên Kurdî jî kir.

Adnan Oktar efendî yê ku qaşo xwe wek alim û pêxemberekî dibîne û çi jinek bedew, seksî û memiknepoxî hebe li dora xwe kom kiriye, ji bo ku hinek Kurdên mirîd û ehmeq li dora xwe bicivîne, di Twîtterê de dest bi lotikên Kurdî kir. Hem jî bi Kurmancîyek pak, zelal û bêqisûr.

adnan-oktarMîrê pisîkên seksî Adnan efendî, lotikên xwe yên Kurdî jî bi êrîşên ser PKK dest pê kir û PKK da ber şeg û pegan.

Axir, Adnan efendî yê ku di televizyona xwe A9 de jinên porzer, gewrî boz, memikmezin û qamdirêj li dora xwe kom dike û girêza devê meriv diherikîne, îcar biryar daye ku bi Kurdî êrîşî Kurdan bike û di kesayetîya PKK de qûşê li Kurdan biqetîne wesselam.

Aha ji we re hinek ji lotikên mîrê horîyên memikmezin Adnan Oktar begefendî:

 

oktar Kopie

About The Author