NEXWEŞÊ NEXWEŞ

Devliken Kelogirî

Apê min Şêxê nexweş dikeve û bi lezûbez wî dibin nexweşxaneyê…
Rojek, du roj, kes bi ser wî de nare û nayê.

Aciz dibe…Li ser nivînên xwe çarmêlkî rûdine, serî di ber de difikire. Dûr û kûr dihere…
Serê xwe radike, li lawê xwe dinêre, dibêje:- Kuro ev çend roj in li vê quzilqurta nexweşxaneyê me, evdekî Xwedê jî bi ser min de nehat. Hey min di Hisên niyho! Heta Hisên jî nehat kuro!
Hîn peyva wî di devê wî de ye, Hisên dikeve derî, dibêje, “Selamun eleykum…”

Apê min Şêxê li lawê xwe dinêre, li Hisên dinêre. Dibêje “kîrê min ji qûnê bikişîne, min peyva xwe paş ve vegerand…”

About The Author