MİFTEYA JİYANÊ: ZİMAN

sidar jirMirov ji aliyê hest, raman, axaftin, şêweya/feraseta jiyanê, afrînerî, têgihîştin û hwd. ve xwedî taybetiyên gelekî cihê ye li gorî bûnewerên din. Ji ber pêdiviyên mirovî yên razber û şênber û ji aliyekî ve jî ji ber divêtiya têkiliya mirovan a bi civakê û xwezayê re, mirov bi hev re wekî kom, wekî organîzasyon tevdigerin. Ev kom û organîzasyon ji aliyê civakî ve mirov bi ser têkiliyekê ve dibe.

Destpêka kom û organîzasyonê ji kesan dest pê dike, malbat komik û civaka giştî bi vî awayî temam dibe. Ev organîzasyon û civak bi awayê herî zelal xwe digihîne neteweyan… Ev organîzasyon û komên ku tên qalê, her yek li gorî rewş û pêdiviya xwe bi awayekî civakê di têkiliyê de ne. Ev têkiliya civakî ya ku xwe digihîne kom, civak an jî neteweyan, ku malekê xakekê bi hev re parve dikin û dijîn, piştî lihevkirineke xwezayî/civakî ya di gelek qadên jiyanê de, helwest û xwestekên wan ên di xwezaya xaka wan a hevpar de rê li ber hin normên civakî vedike.

Ev norm ango rêgezên ku di civakan de bi awayê xwezayî pêk tên ji destpêka dîroka heta roja îro berdewam dike… Encama şêweya jiyana civakê ye. Bi awayekî dîtir xizmayetiyeke civakî pêk tê. Ev xizmayetiya civakê jî dike ku xalên hevpar û berdewam di civakê de were jiyîn. Di xwezaya civakan/neteweyan de ku li ser xakekê dijîn, ji kesan û xizmayetiya malbatî bigire heta civaka giştî, têgihîştin û feraseteke ku dihêle girêdanek xwezayî di nava endamên civakê de pêk were û hinek nirxên hevpar derdikeve holê. Dema ku em van hemûyan bidin ser hev em pênaseya çandê dikin, ev hêma hemû bi hev re çandê pêk tînin.

Di vê girêdan, têkilî û danûstandinê de gelek faktor hene ku dike civak bi hev ve bikelije. Lê bêguman e ku hêmana sereke zimanê civakê ye. Çand encama hestpêkirin, raman û şêweya jiyînê ya civakê ye. Bi awayekî dîtir nasnameya civakan e. Ji aliyê din ve ji ber rewşa civakîbûn a ziman, amûreke xurt a avabûn, afirandin û parastina çandê ye. Têkiliya ku ji mirovan dest pê dike û heta ku li hemû civakê belav dibe bi awayê herî xurt di ser ziman re tê kirin. Ziman jî bi saya hêmayên çandî bêhtir di nava civakê de belav dibe. Ziman û çand dibin parçeyên ji hev… Di jiyana civakî de çand û ziman du amûrên ku di navbera dahatû û rabirdûya civakan de mîna pirên ji xwîn û goştê civakê ne, zindî ne. Gelek pênaseyên der barê ziman de hene lê dema ku têkiliya ziman ragihandinê ye’ têr nake. Ji ber ku ziman di heman demê de dirûv û teşeyê dide raman û feraset/helwesta jiyan û cîhanê.

Jixwe pênaseyeke bi vî rengî jî ku di serî de ji aliyê Wilhelm von Humboldt ve hatiye kirin ku dibêje, ziman navgîna raman û feraseta cîhanî ye. Ev yek jî ji rastiya ku ziman hêma û faktora jênaveger a hemû çalakiyên kompleks û pêvajoyên ramanî yên mirovan e. Li gorî vê pênaseyê têgihîştina hemû obje û diyardeyên li cîhanê jî bi awayekî zimanî pêk tê. Ziman ku barhilger û şahidê hemû serboriyên çandê ye, di taliya talî de hem dibe parçeyekî çandê hem jî dibe zêmka sereke ya çandê. Bi kurtasî çand jiyan bi xwe ye û ziman di gerîneka çandî de dibe mifteya jiyanê.

Amîdakurd

About The Author