Rizgarkirina Şingalê xew li xêrnexwazan herimand

nuri_celik1Belê, Şingalê bi destê pêşmerge, bi ked û xwîna wan hat rizgarkirin û terorîstên DAÎŞê ber bi Telefer û Mûsilê ve û ji wir jî ber bi Sûrîyê ve direvin. Bi rizgarkirina Şingalê darbeyek mezin li terorîstên DAÎşê ket û şan û şerefa pêşmerge û Serok barzanî mezintir û bilindtir bû. Lê balkêş e, her ku Barzanî û pêşmerge bi ser dikevin û payebilindtir dibin, li hesabê hinek alîyên xêrnexwaz nayê. Li şûna ku pesnê wan bidin û serkeftina wan pîroz bikin, radibin êrîşî wan dikin. Û ev jî ne bes e, tew îcar li ked û xwîna wan xwedî derdikevin û xwe dikin şirîkê keda wan. Ne tenê şirîkatî jî, xwe dikin şêr û betlê azadî û rizgarkirina Şingalê. Çawa be ziman bê hestî ye û vir û derew jî belaş û bê pare ne.

Axir, di derbarê rizgarkirina Şingalê de Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li çiyayê Şengalê Qasim Şeşo got ku „qeza Şingalê bi temamî ji destê DAÎŞê hatiye rizgarkirin û terorîstên DAÎŞ ber bi Telefer û Mûsilê ve direvin. Qasim Şeşo anî zimên ku di şerê rizgarkirina Şingalê de zêdeyî 100 terorîstên DAÎŞ hatine kujtin û terorîstên DAÎŞ navçeya Şingalê terikandine.

Piştî rizgarkirina Şingalê ji alî pêşmergeyên qehreman ve, çapemenîya PKK û YPG dîsa wek her carê dest bi derewan kirin û xwedî li ked û xwîna pêşmerge derketin, rizgarkirina Şingalê ji xwe re kirin mal. Nivîskar û îdeologên Kemalîst yên wek Ferda Çetîn û hinekên din kirasê xwe çirandin û di nivîsên xwe de ji rizgarkirina Şingalê û Kurdên Êzîdî aciz bûn. Aciz bûn û dibin çunkî kesên mîna Ferda Çetîn, Bakî Gul û bi sedan nivîskarên Kemalîst, Alewî û çepên Tirk yên medya PKK ji şer diçêrin. Şer hebe ew hene, serketin hebe nan ji wan re namîne. Berpirsê çapemenîya PKK Ferda Çetîn di nivîsa xwe de dîsa êrîşî Barzanî kiriye û sergirtî ji rizgarkirina Şingalê aciz û dilgiran bûye. Rizgarkirina Şingalê ji bo wan tê wateya windakirina piştgirîya Kurdên Êzîdî û di nav Êzîdîyan de xurtbûna PDK û Barzanî. Rizgarkirina Şingalê ji bo wan tê wateya têkçûna prestîja PKK û mezinbûn û payebilindîya PDK û Barzanî. Rizgarkirina Şingalê ji bo wan tê wateya têkçûna xeta Kemalîst û siyaseta Kemalîst û xurtbûn û pêşketina xeta netewî û netew-dewletbûna Kurdistanê. Ew kes û çapemenîya ku di dagîrkirina Şingalê de PDK û Barzanî bi xiyanetê sûcdar û gunehbar dikirin, bi rizgarkirina Şingalê ve maske û rûdanka wan ket û xêrnexwazî û dijminatîya wan dîsa eşkere bû.

sengalLi gor çapemenîya PKK û daxuyanîyên YPG, qaşo Şingal bi destê gerîllayên YPG û YPJ hatiye rizgarkirin. Lê Qasim Şeşo derewên PKK û YPG eşkere kir û got: “ ji xeynî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tu hêzek din beşdarî operasyona azadkirina Şingalê nebûye. Ew gotegotên ku qaşo dibên hêzên din beşdar bûne nerast in û tenê Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyonê bûne.’‘

Ji alîyê din Sekreterê PDK Fazil Mîranî anî zimên ku „<strong>di şerê rizgarkirina Şingalê de tenê pêşmerge beşdar bûye, lê piştî ku Şingal hatiye rizgarkirin,150 gerîllayên YPG derbasî nav bajarê Şingalê bûne.“</strong>

Belê, piştî Şingal ji alî pêşmergeyên qehreman ve hatiye rizgarkirin, 150 gerîllayên YPG derbasî nava bajêr bûne.

Çima gelo? Çima ne berî şer lê piştî rizgarkirina Şingalê?

Ji bo ku çapemenîya PKK û kesên mîna Ferda Çetîn bêjin „We dît, YPG Şingal rizgar kir, YPG di nava bajêr de ye“ û eynen wilo jî dibêjin.

Heta kengî hûnê bingeha xwe, mirîdên xwe û Kurdan bi van derew û serketinên xeyalî bixapînin ez jî meraq dikim.

Mijara Kobanê jî wek a Şingalê ye. Sedema ku PYD û PKK nexwest pêşmergeyek zêde biçe Kobanê û tenê 150 pêşmerge derbasî Kobanê bibin jî, ev tirs bû. Tirsa ku Kobanê jî bi destê pêşmerge bê rizgarkirin û prestîja PKK û PYD dîsa bibe sifir, PDK û Barzanî payebilindtir bibin. Tirsa ku Kobanê rizgar bibe û nan ji wan re nemîne, hincet û sedema propagandayê ji wan re nemîne. Yan na, heke 1500 yan 3000 pêşmerge derbasî Kobanê bibûya, niha Kobanê ji zû de hatibû rizgarkirin. Lê nexwestin û nekirin. Nekirin ji ber berjewendîyên wan yên partîtî û şexsî di ser berjewendîyên netewî û Kurdistanî re ye.

Werhasilî kelam, Şingal hat rizgarkirin. Pêşmerge, PDK û Barzanî mezintîya xwe carek din bi dinyayê dan qebûlkirin. Pêşmerge û Barzanî îro li dijî DAÎŞê şan û şerefa Kurdan, a cîhana azad û mirovatîyê diparêzin. Pêşmerge bûye yek ji mezintirîn hêza bi prestîj û pêbawer a Rojhilata Navîn û hevkarê Hêzên Amerîka û Hêzên Hevpeyman. Û Barzanî jî îro yek ji mezintirîn serok û siyasetmedarek cîhanê ye. Ne kesên mîna Ferda Çetîn karin pêşmerge û Barzanî piçûk bixin û ne jî çapemenîya Kurdên Kemalîst….

About The Author