Kî berx e, kî beran e

Devliken Kelogirî

Mehmed Elî axayê gundekî ye. Di wê mintîqeyê de baş tê naskirin. Têra xwe dewlemed, têra xwe maqûl û serokê eşîra xwe ye.
Demsal havîn e. Mehmed Elî ji bo çinîna zadê xwe ji Mûşê pale anîne bera nav zêd daye.
Li pêşiyê pale bi tirpanên xwe zad diçinin, li paş wan jin didin hev…
Mehmed Elî carekê li xwe dizîvire ku paleyekî doxa tirpana xwe xistiye bin çengê xwe û qup sekiniye.
Mehmed Elî bi lez dimeşe, dihere cem wî, dibêje:
-Xêr e, tu çima sekiniyî, tu naxebitî?
Pale, bi awayekî bi xwe bawer dibêje:
-Teklîfeke min heye, heger tu bibêjî erê…
Mehmed Elî meraq dike, dibêje:
-Teklîf? Çi teklîf? Kerem bike ez li te guhdarî dikim…
Pale dibêje:
-Here li seranserê vê mintiqeyê bigere, heger te kîr ji kîrê min mezintir dît, were, ez ê heqdestê van karkeran gişî bidim. Na, heger te kîr ji kîrê min mezintir nedît, tu yê du caran zêdetirî heqdestê wan bidî min. De were ha…
Li hember teklîfa pale, Mehmed Elî şaş û matmayî dimîne. Di dilê xwe de dibêje, “Wey gidî! Ev çi bû law!” Dev li lêva xwe yî jêrîn dike û bi awayekî ku teklîfa pale erê bike, serê xwe dihejîne û ji nav erd bi dûr dikeve…
Mehmed Elî berê xwe dide malê, dihere nig dêya xwe yî heyştê salî. Dêya wî lê dinêre ku lawê wê di nav tasûwasekê de ye. Mehmed Elî di dilê xwe de dibêje, “Haya pîrekan ji ser erdê jî ji bin erdê jî heye. İlhez nuha zanin bê kîrê kê mezin e, yê kê ne mezin e…” Li ber çongên wê rûdine, dibêje:
-Dayê! Ez ketim bextê te, ji derdê min re dermanekî bibîne.
Dêya wî şaş û ecêbmayî li lawê xwe dinêre, dibêje:
-Xêr e berxê dêya xwe? Heger ji destê min bê, çima na…
Mehmed Elî ji serî de pê dikeve, ta bi derziyê vedike, çîroka xwe û pale, gotin bi gotin ji dêya xwe re vedibêje.
Dêya wî dibêje:
-Weleh berxê min, Min dît berê, li ser tenûran pîrekan qala mezinbûna kîrê xalê te Hecî Elahêt dikirin, lê nizanim. Xêr û guneh di stuyê wan de be!
Mehmed Elî li trimbêla xwe siwar dibe û tu li ku gundê Qulhûnê li ku, lê dixe dihere wir. Li deriyê xalê xwe Elahêt dixe û derbasî hundirê xênî dibe…
Piştî ew û xalê xwe li hal û ehwalên hevdu dipirsin, Mehmed Elî dest bi mijarê dike. Xalê wî bi baldarî lê guhdarî dike. Mehmed Elî dibêje:
-Xalo, ez hatim tiştekî ji te bixwazim…
Xalê wî qurtekê li çaya xwe dixe, hilmekê ji cixareya xwe dikişîne nav kezeb û gurçikên xwe û li xwarziyê xwe dinêre, dibêje:
-Emir bike bavê xalê xwe. Heger tiştekî ku ji destê min bê, tu zanî, texsîrkirin tune…
Mehmed Elî dibêje:
-Xalo! Paleyekî min şertek avêt ber min, go, here li seranserê vê mintiqeyê bigere, heger te kîr ji kîrê min mezintir dît, were heqdestê van karkeran gişî ez ê bidim. Na heger te nedît, tu yê du caran zêdetirî heqdestê wan bidî min…
Xalê wî dibêje:
-Êê…!
Mehmed Elî dibêje:
-Ê li cem te ye, xalheyran. Qala mezinbûna kîrê te dikin. Wî bênamûsî, di nav ewqas pale de serê min berjêr kir. Divê tu min ji vê hetikayiyê xelas bikî, da ku serbilind bigerim.
Xalê wî dike û ufeuf, dibêje:
-Berxê xalê xwe, min qûn li salan qetandiye, êdî wek berê ne ciwan im jî. Lê madem ku xwarziyê min ketiye tengasiyekê û hatiye xwe avêtiye bextê xalê xwe, ma xal ji bo çi hene? Ma ku di rojên weha giran de di bin pî barên hevdu de ranebin, ew ê çi wext rabin, xwarzê? Tev fîstanê xwe yî berîvanîkî xwe diavêje hêla trimbêlê yî din û Mehmed Eliyê me pê li xazê dike û  berê trimbêlê dide nav erd…
Trimbêlê li qiraxa rê disekinîne û xal û xwarzê didin pey hevdu û ber bi pale ve dimeşin.
Pale li Mehmed Elî dinêre, dibêje:
-Weh! Qey te kes nedît ku kîrê wan ji yê min mezintir, birako?
Berî ku Mehmed Elî devê xwe veke û bipeyive, xalê wî dibêje:
-Xwarzê! Min bihîst ku tu bi mezinbûna kîrê xwe nên dixwî…
Pale bi kenekî beradayî û têra xwe qure, dibêje:
-Êê yextiyar! Hinek bi aqilê xwe, hinek bi qaweta dest û piyên xwe, hinek jî bi kîrê xwe nên dixwin. Xwedê Teela jî xwarina bi kîr kiriye qismetê min…
Xalê wî, destê xwe di ber pêxîla xwe re dixe bin fîstanê xwe, bi serê kîrê xwe digire û di ber pêxîla xwe re, serê wî mîna serê cilbuhekî derdixe û rê pale dide, dibêje:
-Ma hewce ye ez dawiya mayî rê te bidim xwarzê?
Pale şaş û ecêbmayî dimîne; devê wî dihere li paş guhê wî disekine. Kêfa wî li wî diqewite, dibêje:
-Xwedê ji te re nehêle, xalo! Tu ketî ber risqê min û zarokên min…

About The Author