Ne xîyanet e, lotik in !!!

behntengoVê dema talîyê Rojhilata Navîn dikele û em dibînin jimara lotikvanan jî roj bi roj zêde dibin.

Xwedê teala bereketa xwe bi ser lotikxanê û xwendevanên wê de şandiye.

Ne li ser bextê me be, tê gotin ku ji binxetê serokek û du sekreterên sê partîyên di nav ÊNEKES`de xiyanet kirine û di dengdana ji bo Bêbawerîya Sîyasî de, dengê xwe dane TEVDAN`ê.

Di hinek malpelan de navên van serok û sekreteran li gel navên partîyên wan hatine eşkere kirin. Me dît ku ev nav ne rast in. Loma jî pêwîstîyek peyda bû ku em navên rast di Lotikxanê`de eşkere bikin.
Navên rast ev in:
– Serokê   partîya   El Nîfaq,  Çar Sim Axa.
– Sekreterê partîya El Siqaq,  Qur Qur Begê.
– Sekreterê partîya El Telaq,  Şêx Gum Gumok.

kernoVan serok û sekreteran  berê xîyanet dixistin stuyê partîya PYD (PeYêDerve). PYD jî piştî ku fêm kir ku êdî înkar fêde nake, got em sîyasetê dikin.

Di ferhenga sîyaseta binxetê de peyva xîyanet tuneye.
Gerefêtên dirêj hene. Qehwa nescaffe ya qenc tevdayî û kefgirtî heye. Gotinên qelew û qurre hene.
Û dijminantîya Barzanî heye!

Loma jî van nekesan li gor pîvanên ku îro ji sîyasetê re hatîye dayîn xîyanet nekirine.
Lotik avêtine.
Ev jî normal e.
Helbet lotikvan wê bidin lotikan baba!

Kurdistan

About The Author