Kurdistan çar parçe ye, nabe yek !!!

Di çend rojên borî de, heval-serokê PDG-ê (HDP) Selahattîn Demîrtaş; di hevpeyvînekê de daxuyaniyek daye û gotiye: “Divê rizgariya Şingalê ne di bin hegamonyaya Başûrê Kurdistanê an jî Iraqê de be“. Herweha di hevpeyvînê de heval-serokê PDG-ê dîsa lotikek avêtiye û gotiye: “Divê li Şingalê gel, xwe biparêze. Bila artêşên Kurd alîkariya Şingaliyan bikin lê tevli kargeriya wê nebin. Ji xwe ma Şingal ne bajarekî Iraqê ê fermî ye?”.

baziko KopieDi malpera ANF-ê de, di hevpeyvîneke heval-endamê konseya birêvebir yê KCK-ê Mustafa Karasu de “divê ji bo Şingalê xweseriya demokratik bê ava kirin” derbas bûye û di hevpeyvînê de Mustafa Karasu li ser navê xwe ev axaftin kiriye:

  – Divê gelê Şingalê xweseriya xwe û ya bajarê xwe ji herêma Kurdistanê veqetînin û ev jî tê wê wateyê ku li Şingalê xweseriya demokratîk ava bikin. Heke hêzên Êzîdî li Şingalê hebûna, wê xwe ji bo bajarê xwe ê pîroz bidana kuştin û biparastina. PDK êdî nikare bibêje “ev der ya min e”, pratîka wan li ber çavan e.  Heta ku li Şingalê xweseriya demokratik ava nebe, bila kes nebêje “me Şingal rizgar kiriye”. Heke li Şingalê rêveberiya xweser ava nebe, wê çend kesên bi çek karibin wir dagîr bikin. Divê li Şingalê, li Kerkûkê, li Nînowayê, li Telehferê, li Xaneqînê muxtariyet çêbibin û bila bi hikûmeta Iraqê ve girêdayi bin“ filan û bêvan.

Û heval-endamê konseya birêvebira PKK-ê Duran Kalkan jî gotiye “Êdî divê Kantona Şingalê çêbibe û Şingal ne di bin herêma Kurdistanê an jî Iraqê de, xweser bibe” filan û fîstan.

Ji aliyekî din ve; hevalê qerase-serokê KCK-ê Cemîl Bayik jî bal kişandiye bihevre mana axa Iraqê û gotiye “Heke Iraq par bibe, ev wê ji bo Kurdan bibe rewşeke xirab“ filan û xefan.

Wisa xuya dike ku di demeke herî kurt de emê hemû bibin “Bêş Parçecî” û Kurdistanê bikin pênç beş wesselam.

Em bi pênc parçeyan razî ne bavo, bela nekin 25 parçe bes e..

 

About The Author