Qelenê wan milyon dolar e

Belê, Amerîka û dewletên rojava bi taybet li 4 qeraseyên zilaman digerin û ji bo girtin yan kujtina wan jî qelenek danîye.

Eymen El Zewahirî (Serokê El Kaîdeyê) : 25 mîlyon dolar

omero KopieEbu Bekir El Bexdadî (Serokê DAÎŞê) : 10 mîlyon dolar

Mele Omer (Rêberê Taliban): 10 mîlyon dolar

 Abubakar Shekau (Rêberê rêxistina Boko Haram li Nîjerya): 7 mîlyon dolar

Yanî, di dinyayê de zilamên ku qelenê wan herî buha û giran in, ev xiyar in.

Îcar babam, heçê bi saxî yan jî kujtî van xiyaran radestî Teşlîkala Îstîxbarata Lotikxanê bike, emê qelenê wan li hev bi nêvî bikin. Yanî, emê wek hikûmeta başûrê Kurdistanê „Fîftî fîftî“ bikin. Nîvî ji we re û nîvî ji parsek û sêwîyên eşîreta Lotikxanê re wesselam.

Îcar hûn bi qîma xwe ne. Heke hûn dixwazin di demek kurt de dewlemend bibin û bibin mîlyoner, van qûnbigûyên heram bigirin û bînin û hûn sax…

 

omeroo Kopie

zewahiri Kopie

Rudaw.net

boko-haram Kopie

About The Author