Hevseroka gelê Kurd (!) dîsa da navê

Evan Kurdên çeqilmast, yan jî çeqilmastên ku li ser navê Kurdan didin lotik û zîtirkan, ne tenê destên xwe, lê lingên xwe jî xistine kuna Kurdan û ha ha qûşê li wan diqetînin. Hûn dev ji siyasetê berdin, di her warê jiyanê de Kurdan asîmîle û entegreyî dewleta Tirk û civaka Tirk dikin û Kurdan ji nirxên wan yên netewî bi dûr dixin, çewalên ji çewalên Amerîkayê mezintir dixin serê Kurdên xwelîliser. Me her tişt safî kir, ma dora Galatasaray, Fenerbahçe û tîmên quzê kerê. Ji Galatasaray û tîmên fûtbola Tirkan pêve tu derdê Kurdan nemaye. Tew mala minê tew tew!

pervink KopieAxir, Hevseroka gelê Kurd (!) xaltîka we Perwîn Bûldan xanimefendîlerî, dîsa li ser navê Kurdan verşîya û Kurd tev kirin Galatasarayî. Bûldanka ku hîna hesabê kujtina mêrê xwe û 17 hezar welatparêzên din ji dewletê nepirsiye, îro ji bo paraztina nirxên dewleta Tirk û têkbirina nirxên Kurd û Kurdistanê zîtirkan davêje. Heyf û mixabin!

Werhasilî kelam, em dûdirêj nakin û serê we naêşînin, Perwînka me Kurd tev kirine Galatasarayî. Çima ku başqanê Kurdên sererd û binerd Ocalan Galatasarayî ye, hem hemû PKKlî kirine Galatasarayî, hem jî temamê Kurdên xwelîliser.

Keçê kezîkurê, peppûkê, nemayê, ez bi hezaran PKKî û alîgirên PKK nas dikim ku yan Fenerbahçelî ne, yan jî Beşîktaşî. Û hem Trabzonsporlî û Ataturksporlî ne jî.

Îcar ji ku Kurd hemû Galatasarayî ne xibşê?

Gelo niha rehmetî Şavaş Bûldan ji gorê rabûya û ev rewşa xanima xwe bidîta, wê bigota çi ez pir meraq dikim!

image001

  • image002candbakır 7 gün önce

Bn bir dbakırlı olarak bu kürt türt davasında dbakır ustunden oynanan oyunların hç biri gerçek dbakırlı degıl adam şırnaktan batmndan mardınden bingölden elazığdan vs vs orda barınamamış gelmiş dbakıra bu işleri yapıyor bir dbakırlı olarak bn cok acıyorum bu dbakıra

  • image002bela 8 gün önce

Ne mutlu Kürd’üm diyene :))) bu ülkeyi ve bu ülkenin her ferdini seviyorum AKP’liyide BDP liyide MHP liyide CHP liyide diğerlernide herkesin doğrusu Yanlışı kendine.

About The Author