Şoreşgerê bin kayê dîsa mîrkutek li nav serê Kurdan xist

Şoreşgerê bin kayê û wekîlê partîya HDP (Halklari Dewşîrme Partîsî) Ertûgrûl Kurkçu yê keçel dîsa lotikek li Kurdan xist û derpî ji Kurdan şemitand. Ev ne cara yekê ye ku Kurkçu begefendî li ser navê HDP heqaretê li Kurdan dike. Oxlim bi deng û rayên Kurdên xwelîliser bû wekîl, mehane 17 hezar lîre distîne, li ser xwîna keç û xortên Kurdan diçêre û siyasetê dike. Kurkçu yê ku li Kizildereyê îxbarîya hevalên xwe kir, ew dan kujtin û xwe di bin kayê de veşart, îro jî li ser ked û xwîna Kurdan kêfa kîrê xwe dike. Ev jî ne bes e, pirê caran jî heqaretê li Kurdan dike.

Siyasetmedarê Kurd ê gunikreş Mahmût Alinak bi nameyek vekirî gotibû „Ertûgrûl Kurkçu xwîna Kurdan dimije, li ser xwîna Kurdan diçêre“. Ertûgrûl Kurkçu efendî jî hevpeyvînek daye rojnameya „Yurt“ a Tirkî û qaşo bersiva Mahmût Alînak daye.

ertugrul_kurkcuÇi gotiye Kurkçu efendî?

Gotiye: „Bela Alinak here mesela xwe ya siyaseta Kurdî bi berpirsên siyaseta Kurd re çareser bike. HDP ne berpirsê tevgera siyasîya Kurd e“ filan û fîstan.

Ango, li gor Kurkçu efendî HDP siyaseta Kurd temsdîl nake, HDP siyaseta Kurdayetîyê nake.

Di eslê xwe de Ertûgrûl Kurkçu efendî rast gotiye û derew nekiriye. HDP ji derveyî Kurdan mafê her milletî dixwaze, Kurdayetîyê nake, ji Filistînê re serxwebûn lê ji Kurdan re tenê mafên demokratîk û nizanim çi dixwaze. Û hetta ji qûnek û lezbîyenên LGBT re mafê nîhandinên demokratîk jî dike. Ji ber vê, Kurkçu efendî rast gotiye û derew nekiriye.

Îcar hinek Kurdên me porê xwe hildiçinin, kirasê xwe dişirînin û yoldaş Ertûgrûl Kurkçu efendî rexne dikin.

Kuro oxlim, ma Kurkçu abêmiz qebhetek kiriye?

Mêrik rastîya xwe anîye zimên û lotikek avêtiye.

Hûn çima li zora xwe tînin babam!

Enqere

About The Author