Xirabî !

Dinya ber bi xirabîyê, tevkuştinê û xwe kuştinê ve diçe.

Her ku diçe ji sedemên kirêt qirêj mirov ji mirovahiyê dûr dikeve.

Tevgera siyasetê dek û dolaban bêhtir li xirabiya civakê-tebiatê û fermana jiyanê dike.

Şerê nav welatan ne şerê belengazan û dewlemendan e, bi taybet şerekî olî û qirêj e.

Ew mirovên ku keda xwe dane û ji xwe re hin hebûn peyda kirine, hinek kesên ne çê û mebestxirab ji bo xwedê (!) bi zordestî mal û canên wan distînin.

Ma çi qewimî li ŞENGAL Û KOBANÊ ?

Bi mehan, bi hezaran şehîd Kurdan xwe parazt û heya cihekî bi serketin. Lê dîsa jî havîrdorê wan bi wan çeqal û keftaran ve hatiye girtin. Nikarîbûn zora Kurdan bibin, lê gelek tade û xirabî li me Kurdan kirin. Hem jî bi navê îslam û misilmantîyê.

Ewên ku dibêjin em misilman in, birayên hev in, deng ji wan derneket. Cilika bêxîretîyê kişandin serê xwe û xwe di bin de veşartin.

Hin mezinên wan bi devmirî gotin “ misilmantî ne ew e” û hew.

Ma misilmantî çi qizilqurt e!?

Di destpêkê de bi gul û kulîlkan çûn serdana gelan.

Ji ber çi pesnê Hz.Elî tê dayîn? Wê dema ku şûrê xwe dihejand û pênc-şeş serî jê dikir….ûhwd.‘

Ji bo xwedê serbir bû…!

Ji destpêkê virde fermana gelan dabûn û heya îro jî wî karî dikin.

Ew tiştê ku ne heqê wan e bi zorê distînin.

Mirovan bêdadî dikujin.

Lîgel wan tu qedr u qimeta mirovên çê u zana tu ne..

ew dijminê jiyanê ne…

Ji ber ku nekarîbûn zora Kurdan bibin, ji Kurdan derbasî biyaniyan bûn.

Îro ew bûyera ku li Parêsê pêk hatiye..

Ew êrişa hov û har li ser kovara pêkenînê Charlî Hebdo…

Pêşeroja mirovahiyê dixe nav tarîtî û xwinê

Dixwazin şerê neheq birêve bibin. Dixwazin hemû zanistî û heyîyên mirovahîyê binpê bikin.

Li her derê xwin tête rijandin. Li Afrîka Boko Heram bi hezaran mirovên ne misilman û bê guneh kuştin û dikuje.

Armanca wan ew e ku li her derê agir pêxin û bidin ber şewatê.

Kevneşopîya gelan derdixin pêş û dibin seba gelek kuştinan.

Ji niha pê de jiyana me ya mihacirî û penaberîyê wê xirabtir bibe.

Sedem ev kirêt û qirêjên hov in.

Sedem ola Mihemed..

Dijminahîyek kûr dixe nav gelan.

Û gelek mirovên bê guneh wê canê xwe ji dest bidin..

Adil Dûran

About The Author