Kobanê safî kirin, ma dora Parîsê

Nizanim van hevaller û refîqên me mejîyên xwe xwarine, yan henekê xwe bi Kurdan û dinya û alemê dikin. Kesên ku hîna nikarin gund û bajarên xwe rizgar bikin, radibin doza tiştên mezin dikin û mirovan dixin şûna ker û bergîlan. Kesên ku hîna qûnekên DAÎŞ ji gund û bajarên xwe dernexistine, tirrê bergîlan dikin û bi qûna tazî tembûrê dixwazin.

Axir, ne li ser bextê me be, li ser bextê Twîtterê û malpera Avestakurd be, li gor generalê Avestakurd Dilbixwîn Dara dibêje, xwedêgiravî rêveberekî TEV-DEM ê (Dr. Nasir Hecî Mensûr) li ser malpera xwe ya Twîtterê dest bi zîtirkan kiriye û lotikek bêîman avêtiye.

Çi gotiye Dr. Nasir Hecî Mensûr efendî?

mansurGotiye: „Gelo wê Fransa alîkarîyê ji YPG û YPJ bixwaze ji bo ku alîkarîya wê bikin û Parîsê ji DAÎŞê pakij bikin? Yekîneyên paraztina jinê (YPJ)amadeye demokrasîya Fransayê biparêze“ filan û fîstan û xeftan.

Ê de werin û kirasê xwe neçirînin û nedirînin!

469.461 hezar leşgerên Fransayê hene. Bi dehhezaran polîs û endamên dezgehên ewlekarîyê hene.

Û Dr. Nasir Hecî Mensûr efendî wê bi çend endamên YPJ asayîş û demokrasîya Fransayê biparêze ha!?

Yanî, zêdeyî 500 hezar hêzên ewlekarîya Fransayê nikarin asayîş û demokrasîya Fransayê biparêzin, lê wê çend jinên YPJ bi çend keleşkofan karibin Fransayê biparêzin.

Îcar ev ne henekpêkirin be naxwe çiye babam?

Axir, li gor fitne û fesadên Fransa û Amerîkayê dibêjin, dibêjin Amerîka, Almanya, Fransa, Hollanda û Belçîka, bi kurtî NATO, amadekarîyê dikin ku li dijî El Kaîde, DAÎŞ û Boko Haramê alîkarîyê ji YPG û YPJ bixwazin û bi alîkarîya YPG û YPJ asayîş û demokrasîyê li cîhanê pêk bînin.

We go çi, gelo dikeve serê we?

Parîs

About The Author